Komeleya ÇIRAya Amedê bi mebesta pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî konferansek lidarxist

Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAya Amedê, bi mebesta pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê konferansek lidarxist. Li gor rapora gihîştî bi malpera kurdistanmedia,Konferans, di 17ê Sibatê de, li Salona Resepsiyonê ya Sumer Parkê, bi tevlêbûna Birêvebirê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim û Edîtorê Rojnameya Newepelê Nivîskar Roşan Lezgîn û bi moderatoriya Umît Tektaş pêk hat. Nêzikî 300 kes ku di nav de gelek birêvebirên partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl jî hebûn, beşdarî konferansê bûn. Konferans, bi axaftina birêvebirên Komeleya ÇIRAya Amedê Şîrvan Daş destpêkir. Piştî axaftina Daş, moderator Umît Tektaş balkişand ku dê [...]

By |20. februar 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Komeleya ÇIRAya Amedê bi mebesta pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî konferansek lidarxist

BDP Şanda Xwe Diyar Kir; Onder, Tan û Buldan Diçin Îmraliyê

Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) lîsteya xwe ya şandeya dê biçe Îmraliyê ji ber astengkirina hikûmeta AK Partiyê guhert. Demîrtaş û Kişanak, aşkera kirin wan biryar girtiye parlamenterên wan Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Pervîn Buldan biçin Îmraliyê.  Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, derbarê şandeya ku dê ji bo hevdîtinan biçe Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber astengkirina hikûmetê wan lîsteya navên dê biçin Îmraliyê guhertiye û ew ji helwesta hikûmetê aciz in. Hate destnîşankirin BDP’ê ji ber vê yekê careke [...]

By |20. februar 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til BDP Şanda Xwe Diyar Kir; Onder, Tan û Buldan Diçin Îmraliyê

Erdogan: Berpirsyarên Provokasyona li Sînopê CHP û MHP Ne

Serok wezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan derbarê provokasysona li Sînopê ya li hemberî BDP’iyan de helwêsta xwe aşkira kir û ragihand, ku berpirsyarên ewê êrîşê her du partîyên CHP û MHP ne.  Serok wezîrê Tirkiyeyê Erdogan îro di koma partiya xwe ya Parlemana Tirkiyeyê de axivî û bûyerên li Sînopê û êrişa provokasyonî ya li hember şanda HDK û parlemanterên BDP´yî nirxand. Erdogan, CHP û MHP weke berpirsyarên êrîşa li hemberî BDP’îyan nirxand û got: “Duh parlamenterên BDP’ê derbasî Sînopê dibin. Komên ku ji CHP û MHP’iyan pêk tê, li wir di nava provokasyonê de cih digrin. Niha jî radibin [...]

By |19. februar 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Erdogan: Berpirsyarên Provokasyona li Sînopê CHP û MHP Ne

Li Kopênhagin semînarek li ser dezgeha Barzanî

Bi merema nirxandina kar û xebata Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî semînarek ji bo serokê dezgehê li Kopênhagina Danmarkayê pêkhat. Diyar Molayî Piştînîvroya îro semînarek ji aliyê Federasiyona Komeleyên Kurdî li Danmarkayê ji bo Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Ezîz Berzencî li nawçeya Kopênhagin a Danmarkayê pêkhat. Semînara han ji bo zêdetir nirxandina kar û xebata dezgaheha Barzanî ji bo penaberan bi taybet ji bo penaberên kurdên Rojava di dema niha bû ku navbirî zêdebarê nirxandina xebata dezgeha xwe bersiva pirsên beşdaran jî da. Hêjayî gotinê ye pêyamnerên her du beşên danmarkî û kurdî yên jiyan.dk jî beşdar bûn.

By |10. februar 2013|Categories: EVENTS, Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Li Kopênhagin semînarek li ser dezgeha Barzanî

Alîkariya Bakur gihişte Rojava

Alîkariyên ku li Kurdistana Bakur, ji aliyê "Platforma Piştgiriyê a Bi Kurdistana Rojava Re" ve hatibûn komkirin, îro gihiştine Rojava. Di nav platformê de saziyên wek, KCD, HDK, OSP, ESP, KADEP, DDKD, Însiyatîfa Azadî û Koma Diyalogê a Dîcle û Firat jî Hene. Li gorî malpera Avestakurd, ji Kurdistana Bakur, alîkariyên ku bi pêşengiya, "Platforma Piştgiriyê a Bi Kurdistana Rojava Re" hatibûn komkirin, ji aliyê şandeyekê ve, ji Derîyê Sînor yê Nisêbînê hate derbas kirin û gihandine Qamişlo. Heyeta Bakur, ji aliyê heyeta ku di nav de Cîgirê Şaredarê Qamişlo Abdulkerîm Saruhan jî hebû ve hate pêşwazîkirin. Serokê TUHAD-FEDê Zubeyîr [...]

By |8. februar 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Alîkariya Bakur gihişte Rojava

Bahar li tîmeke kurdî digere

Yek bi yek keç û jinên kurd jî berê xwe didin futbolê. Du hefte berê Rûdawê danasîna jineke kurd a futbolvan a binavê Tulay Ozçelik Yildirim kir û îcar jî dora keceka kurd e ku di heman tîmê de bi Tulay Ozçelik re leyîstiye. Bahar Aktan ev nêzîka salekê ye ku bê dilê xwe dev ji futbolê berdaye û li bajarê Dortmundê diçe dibistana meslek. Bahar diyar kir ku ew nikare bêyî futbolê bimîne û got, “Çendî tîmên Alman û Tirkan bangê min kirin, lê ez dixwazim di tîmeke Kurdan de bileyîzim, lewma min daxwaziya wan qebûl nekir.” [...]

By |7. februar 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Bahar li tîmeke kurdî digere

Konferansa Elewîyan: Elewî Pitir Tevlê Xebat û Yekîtîya Kurdan Bibin

Yekemîn konfransa Elewiyên Kurdistanê bi dawî bû. Di encamnameya konferansê de hate diyarkirin, ku ji ber komkujiyên Koçgirî, Dêrsim, Sewaz û Çorumê divê dewlet ji Elewîyan lêbihorîn bixwaze. Herwisa Konfransê di encamnameya xwe de daxwaz ji Elewîyan kiriye ku zêdetir tevlê xebat û yekîtîya bi Kurdan re bibin.  Yekemîn konfransa Elewîyên Kurdistanê ku 2 roj berê li Amedê destpê kiribû, duh êvarê bi dawî bû û îro encamnameya konferansê hate aşkerakirin. Ev konferans cara yekem li ser navê “Kurdistanê” dihê lidarxistin. Di encamnaneyê de kesên ku di komkujiyên Koçgirî, Dêrsim, Sewaz, Çorum, Gazî û yên din de jiyana xwe ji [...]

By |4. februar 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Konferansa Elewîyan: Elewî Pitir Tevlê Xebat û Yekîtîya Kurdan Bibin

‘PKK Sibatê agirbestê radigehîne’

Rojnameya Hurriyet a Tirkiyê îdia dike ku rêberê PKK, Abdullah Ocalan dê meha Sibata îsal “agirbestê” ragihîne û piştî wê jî dê “100 çekdarên PKK” çekên xwe danên û derkevin derveyî sînorê Tirkiyê. Rojnameya Hurriyet a Tirkiyê îro (29.01.2013) di nûçeyekê xwe de îdia kir ku meha Sibata îsal dê rêberê PKK, Abdullah Ocalan bi fermî agirbestê ragihîne û fermanê bide hêzên PKK ku derkevin derveyî sînorê Tirkiyê. Li gorî nûçeyê, agirbest dê di hevdîtina navbera şanda MÎT û PKK de ku dê çend rojên din li Herêma Kurdistanê bê sazkirin, bê ragihandin. Di nûçeyê de hat gotin ku Ocalan [...]

By |29. januar 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til ‘PKK Sibatê agirbestê radigehîne’

Li Roskilde şevekî kurdî pêkhat

Komeleya Kurdî a Roskildê ji bo nêzîkkirina kurdên akinciyê wî bajarê şevek kurdî li dar xist. Îro demjimêr 18 bi dema navenda Ewropayê Komeleya Kurdî ya Roskilde şevek kurdî bi beşdarî hejmarek kurdên wî bajarê û malbatên wan lidarxist ku bû cihê dilxweşiya tev beşdaran. Şeva han ku peyamnêrê jiyan.dk jî beşdar bû bi siroda neteweyî ya Ey Reqîb û deqeyek bê dengî ji bo canê şehîdên Kurdistanê destpê kir, û piştre peyama komeleyê ji aliyê serokê wê birêz Omer Merdan Hebîb hate xwendin. Piştre mêvanan bi muzîk û programên ku ji bo zarokan hatibû pêkanîn şeva xwe derbas kirin [...]

By |27. januar 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Li Roskilde şevekî kurdî pêkhat