Kurdek bû serokê hikûmeta Sûriyê ya Demkî
Xessan Hîto, bû serokê hikûmeta Demkî ya Sûriyê ku îro li Tirkiyê bajarê Istanbulê hate avakirin. Xessan Hîto bi eslê xwe Kurde û ji bajarê Şamê ye. Wê bi fermî ji Helebê hikûmeta nû were ragihandin.
Parlementerê kurd civînek li Kopênhaginê pêkanî
Bi merema şirovekirina rewşa niha ya Herêma Kurdistana Başûr û pêwendiyên navbera delwta Kurdistan û Iraqê, civînek ji bo Parlementerê Parlementoya Kurdistanê Omer Nûredîn li Kopinhaginê pêkhat. Diyar Molayî Wêne: Shvan Bamerni Piştînîvroya îro lêjneya nawçeya Danmarkayê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civînek ji bo Cîgirê Serokê Lîsteya Kurdistanî li Parlementoya Kurdistanê Omer Nûredîn pêkanî ku hejmarek zaf ji rewenda kurd li navçeya Şîlendê têde beşdar bûn. Omer Nûredîn di axaftina xwe de zêdebarê şirovekirina rewşa niha ya Herêma Başûrê Kurdistanê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda, rewşa parçeyên din yên Kurdistanê jî şirove kir. Navbirî di beşekî axaftina xwe [...]
Geştêk bo Hellebce
Wek çon asan nebû seferî Hellebce bikem, be heman şêwe asan niye le barey ew sefereyşewe binûsim. Her ke tawanêk dekrêt mirov le naxî xoyda hest dekat pişkêkî lew tawane da heye. Heta qebarey tawanekan gewretir bin, mirovîş pitir hest be gewreyî ew pişkey xoy dekat. Hellebce tawanêkî hênde gewre ye, ke mirov wa dezanêt xoy kirdûyetî, çunke gewretrîn pişkî xoyî têda debînêt. Debuwaye biçme ew şarey kurd û minî ziyatir be yektir nasand û nawî Kurdistanî le la xoşewîsttir kirdim. Beyanîy rojî (31.07) le gell (Gezîze), (Mîdya), (Nehro), kiç û kurrekey nehro (narîn) û (nyar), herweha (karwan) û min [...]
Li Rojhilatê Kurdistanê Helebçe hat bibîranîn
Tevî nêzik bûn ji 25’emîn salvegera kîmyayî baran kirina bajarê Helebçê, êwareyek helbest xwendinê li bajarê Ciwanroy a Rojhilatê Kurdistanê birêve çû. Li gor rapora ajnasa nûçegihaniya kurdpa, roja Çarşembiyê berwar 13’ê Adara 2013’an bi beşdariya hejimarek ji çalakên çandî û nivîskaran û bi alikariya navendên wêjeyî yên Xanayî Qubadî û Mewleviyê Kurd li bajarê Ciwanroyê,rêûresmek bi nave ‘Êwariya Helbestên Helebçê’ birêve çû. Rêûresma han bi ragehandina deqeyekê bêdengiyê jibo rêzgirtin ji cane hemû qurbaniyên karesata Jênosayda Helebçê,dest bi karên xwe kir. Piştre li ser boyera Helebçê DR, Mihemed Yeqûbî û Humir Menuçêhrî,du gotar hatin pêşkeş kirin. Di beşek din [...]
Kemal Burkay konferansek li Kopênhagê pêşkêş kir
Bi mebesta şirovekirina rewşa bakurê Kurdistan û Tirkiyayê konferansek li bajarê Kopênhaginê bo Serokê Partiya Maf û Azadî (HAK PAR) Kemal Burkay pêkhat. Li gorî peyamnêrê jiyan.dk, piştî nîvroya îro rêxistina KOMKAR konferansek li ser rewşa niha ya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Serokê Partiya Maf û Azadî (HAK PAR) Kemal Burkay pêkanî ku hejmarek zaf ji kurdên akinciyê paytextê ji her çar parçeyan têde beşdar bûn. Di Konferansê de Birêz Burkay li ser Rojeva Tirkiyê û Kurdistanê bi giranî sekinî û bîr û boçûnên partiya xwe sebaret bi guhertinên li Tirkiyê anî ziman û herweha piştgiriya xwe ji [...]
Kute Fîlmek li ser jiyana “Jinên jibîrkirî berhem hat”
Dezgeha Warvîn bo eşkere kirina rewşa tal a jinan li herêma Kurdistanê û Îraqê, kurte fîlmek li ser jiyana wan jinên ku kes û karên wan li teroran de bûne qurbanî,çêkir. Lence Ebdula berpirsyarê Dezgeha Warvîn di hevpêvîneke telefondî de tevî ajansa kurdpa ragehand: di kurte fîlma han de hevpêvîn tevî 25 jinan li neteweyên cûrbicûr ên parêzgahên Kerkûk û Musil wek:Kurd, Ereb,Tukemen hatiye kirin ku bi hûrî bas ji jiyana xwe dikin. Lence Ebdula berpirsyarê dezgeha Warvîn basê vê yekê jî kir ku jinên han serbarî gazindan ji peravêz xistinê û jibîr kirinê, bi zimanê xwe bas ji jiyana [...]
Perlemanî Birîtaniya tawanî Enfal û Hellebcey be cînosayd nasand
Danîştinî perlemanî Birîtaniya le barey cînosaydî enfal û Hellebce kotayî pêhat û perlemantarêkî ew wllateş raydegeyenêt: Tawanî enfal û Hellebce be cînosayd nasênrawe û hikumetî ew wllateş amadeye lew dawaye bikollêtewe. Se'at (2:15) xulekî paşnîwerroy emrro be katî London danîştinî perlemanî Birîtanya bo giftugokirdin leser be cînosayd nasandinî komellkujîyekanî gelî kurd le 'êraq destî pêkrid û kemêk lemewber kotayî hat. Robrit Hallfon, yekêk lew perlemantaraney ke dawakeyan pêşkeş be perlemanî wllatekeyan kirdwe rageyand: min û çendîn perlemantarî tir wek Nedîm Zehawî ke berregez kurde, dawakariyekman pêşkeş be perlemanî Birîtaniya kirdwe bo ewey perleman û hkumetî Birîtanya ew tawaney dij be [...]
Kampaynek jibo vegera Şivan Perwer jibo Turkiyê hat lidarxistin
Seva piştgirî ji vegera hunermend Şivan Perwer Kampayenk hat lidarxistin. Di ragehandina Kampaynê de hatiye: Di têkoşîna netewî de tiştê herî girîng bikaranîna nirxên netewî ye. Ala me, zimanê me, axa me, çanda me nirxên me yên netewî ne. Mirovên ku di nav jiyanê de dest ji nirxên xwe yên netewî bernadin, dikarin ji wan re xizmetê bikin û derxin asteke bilind. Mirovên bi vî rengî divê di nav netewa xwe de bin. Şivan Perwer jî bi dehsalan e ji bo zimanê xwe û çanda xwe gellek xebatên giranbûha kiriye. Em dixwazin Şivan Perwer ji derveyî siyasetê, vegere nav netewa [...]
Li Emerîka `Kurdistana Biçûk` ava dibe
Li gor nûçeyeke rojnameya The Washington Times de hatiye belavkirin, ji ber zêdebûna hejmara Kurdan ya li eyaleta Nasville êdî navê wê eyaletê bi Kurdistana Biçûk tê binavkirin. Li gor zanyariyên rojnameyê hejmara Kurdan ya li vî eyaleta Emerîkayê roj bi roj zêdetir dibe û di nava gelê Emerîkayê de jî navê Nasville êdî zêdetir bi navê Kurdistana Biçûk tê binavkirin. Rapora ku ji aliyê Jennifer Harper ve hatiye amadekirin, zêdetir balkişandiye li ser hejmara penaberan û bi cîhbûna wan ya li ser eyaletên cûr bi cûrên Emerîkayê. Her wiha li gor zanyariyên ku rojnamevan dide zanîn li paşarojê de [...]
“Jinêkî Auropî le wullatî kurdan” çap û billaw kirayewe
Kitêbî "Jinêkî Auropî le wullatî kurdan" le bîreweriyekanî "Nesrîn Qasimlo" le layen weşanxaney "avêsta"we çap û billaw kirayewe. "Hêlên Krolîc" nasraw be Nesrîn Qasmilo lew kitêbe da ke be zimanî feranseyî amadey kirduwe û le layen "Nîhat Noyan"we, wergêrdirawete ser zimanî turkî, sercem bîreweryekanî xoy le çiyakanî kurdistan têda guncanduwe. Beşêkî dîkey ew berhemey Nesrîn Qasmilo, xebatî azadîxwazaney netewey kurdî le xoy girtuwe. Birryare em ktêbe le dahatûyekî nêzîk da bo ser zimanekanî kurdî û farsî wergêrran bikrêt. Hêlên krolîç temenî 80 salle û xellkî wllatî çêkoslovakî pêşûye û le seretakanî deyey 50'î zayînî da le gell duktur 'Ebdulrrehman Qasmilo [...]