“Lê emê êdî wek berê nikaribin xwe di trên (qîtar), bus û metro de nêzîkî hevdu bikin,” wê got. “An jî gelek mirov gelekî nêzîkî hev bisekinin û ahengekê li gel hev lidarbixin,” Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen dibêje.

Ji aliyê Deniz Serinci ve
Foto: News Øresund – Johan Wessman

Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen di hevpeyvîneke li gel kanala DR de îşev got ku Danîmark “bi îhtîmaleke mezin” ji nû ve piştî Îda Nîsanê/zadika hêksore (Påske) vedibe.

”Bi îhtîmaleke mezin emê bi awayekî hêdî, kontrolkirî û aram bikarin Danîmarkê ji nû ve vekin,” serokwezîr got.

Li gorî serokê hikûmeta Danîmarke ne diyar e di kîjan tarîxê de civat dîsa vedibe.

“Lê emê êdî wek berê nikaribin xwe di trên (qîtar), bus û metro de nêzîkî hevdu bikin,” wê got. “An jî gelek mirov gelekî nêzîkî hev bisekinin û ahengekê li gel hev lidarbixin.”

Mette Frederiksen nêzikî mehek berê ji ber rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrûsa Koronayê rewşa taybet li Danîmarkê ragihandibû. Ji ber vê gelek cihên civakî wekî dibistan, pirtûkxane, sînema, dezgehên werzîşê (Fitness), salonên tanîn, rûkenkaran, berber, bar girtî ne. Qedexe ye ku ji 10 kesan zêdetir, li hundur û derveyî jî, ji bo çalakiyan kom bibin. Herwiha sînorên Danîmarkê hatin girtin. Û heta demek ne diyar jiyana rewşa Danîmarkê venagera mîna berê, li gor serokwezîr.

”Baştirîn tehmîna min ev e ku emê beşek mezin ji jiyana xwe ya normal biguherin. Em venagerin Danîmarkayeke ku berê 6ê Adarê hebû,” wê got kanala DR.

Pêşniyarên Saziya Tendirustiya Danîmarkê ev e ku mirov destê xwe gelek caran û baş bişo, elkola destşûştinê (håndsprit) bikarbîne, eger sabûn û av tune be û li nav qermûçeka milê xwe bikuxe û bipişke.

179 kes li Danîmarkê ku tûşî vîrûsa Koronayê bûn jiyana xwe ji dest dan. Bi temamî û bi fermî 4369 kes bi koronayê ketin. 504 di nexweşxanê de ne. Ji wan 144 di bin çavdêriya tund de ne û 107 mecbûr in cîhaza bêhngirtinê bikarbînin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer