“Eger em di du hefteyên dahatî de pabendî rênmayên giştî bin, belkî em dikarin bi awayekî kontrolkirî dîsa civaka Danîmarkayê vekin,” serokwezîr Metre Frederiksen got.
Ji aliyê Deniz Serinci ve
Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen di civîneke çapemeniyê de li Kopenhagê derbarê virûsa koronayê ragihand ku hikûmet dikare civakê hêdî hêdî piştî Îda Nîsanê/zadika hêksore (Påske) veke – girêdayî rewşa vîrûsa Koronayê.
“Eger em Danîmarkîyan di du hefteyên dahatî de pabendî rênmayên giştî bin (rêzê pêşniyarên dewletê bikin), ango piştgiriya hev bikin, ji hev dûr bisekinin, belkî em dikarin bi awayekî kontrolkirî dîsa civaka Danîmarkayê vekin,” serokwezîr got.
“Dema em li hejmaran dinêrin, derbarê derengkirin û kêmkirina belavbûna vîrûsê, diyar e ku pêşketin heye. Ev cihê şanazî ye,” wê berdewam kir.
“Lê em nikarin sînorên welatê xwe vekin, ji ber ku em tûşbûna vîrûsê ji derveyî welêt naxwazin.”
Mette Frederiksen çend hefte berê ji ber rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrûsa Koronayê rewşa taybet li Danîmarkê ragihandibû. Heta piştî betlana Îda Nîsanê/zadika hêksore (Påske), ango 13ê Nîsanê, gelek cihên civakê wekî dibistan, pirtûkxane, sînema, dezgehên werzîşê (Fitness), salonên tanîn, rûkenkaran, berber, bar girtî ne.
Pêşniyarên Dezgeha Tendurustiya Danîmarkê ev e ku mirov destê xwe gelek caran û baş bişo, elkola destşûştinê (håndsprit) bikarbîne, eger sabûn û av tune be, li nav qermûçeka milê xwe bikuxe û bipişke û li şûna destê xwe destmalek (ku tenê carek tên bikaranîn) bikarbîne.
Li gor Dezgeha Tendurustiya Danîmarkê niha 533 kes ji ber tuşbûna Koronayê di nexweşxaneyê de ne. Ji wan 137 kes di bin çavdêriya tund de ne. 119 kes mecbûr in cîhaza bêhngirtinê bikarbînin.
77 kes jî piştî tuşbûnê jiyana xwe ji dest dan. Bi temamî û bi fermî 2555 kes bi koronayê ketin.
Li hemû dinyayê 679.977 kes bi korona ketin. Ji wan 31.734 kes mirin û rewşa 145.625 kes piştî dermankirinê baş bûn – li gor malpera Johns Hopkins University.