Rênimayên rayedarên Dezgeha Tendurustiyê ya Danîmarkê li dijî vîrûsa Koronayê bo jinên ducan (bihemle).
Ji aliyê Deniz B. Serinci ve
Ez xwe çawa biparêzim li dijî tûşbûnê?
- Destê xwe pir caran bişo û alkola destşûştinê (håndsprit) bikarbîne, nimûne piştî ku te destê xwe da destikên dergehî (derî), digmêyên elektrîkê û dema tu vedigerî mala xwe.
- Li nav qermûçeka milê xwe bikuxe û bipişke
- Têkiliya fîzîkî, destdan, hemêzkirin û maçkirinê kêm bike.
- Haya xwe ji paqijkirinê hebe
Ji bilî wê tu dikarî
- Neçe cihên qelebalix. Veguhestina gelemperîyê bikarneyne, eger ne pêwîst e.
- 1.5 metir ji kesên din dûr bibe.
- Li zarokên kesên din nenêre.
Wek jineke ducan haya xwe ji van tiştan re hebe
- Kuxîna nû
- germahî
- Asêbûna Bêhnkişandinê
- Nexweşiyeke ku çend rojan berdewam in
- pêşveneçûn
- Xirabtirbûna nîşanan
Ez û zarokê/a min bê ezmûn (test) kirin?
- Eger te nîşan hebin, nîşanên sivik jî wekî serma girtin, divê test bikin.
- Eger te COVID-19 heye, lê zarokê/a te tendurust û baş e, zarok nayê testkirin.
- Tenê eger nîşana zarokê/a ku nû çêbûyî hebe, divê test bikin. Ev nirxandina bijîşkê zaroka ye.
Dikarim li malê zarok bînim dinyayê?
- Eger li mala te kesekî tûşbûyî heye tu nikarî li mala xwe zarok tînî dinyayê. Ev ji bo parastina pîrik (maman, jordemoder) li dijî tûşbûnê ye.
Hevjinê/a min an xizmekî min dikare beşdarî jidayikbûna zarok be?
- Erê, yek kes dikare beşdar be di jidayikbûnê de. Lê çênabe ku Korona li wî kesî an nîşanên Korona hebe.
Ez dikarim ligel zarokê/a xwe yê/a nû çêbûyî bim?
- Erê, tu dikarî li gel wî/wê bî. Eger COVID-19 vegirtibe te jî, tu dikarî.
- Hewjin an endamên malbatî ku tûşî COVID-19 bû nêzîkî zarokê nû çêbûyî nebe.
- Eger zarokê/a ku nû çêbûyî derbasî beşa neonatal (zarokên ku ji zû de çêbûn) be û tu tûşî COVID-19 bûyî, divê tu nêzîkî wî/wê nebe.
Ez dikarim şîr bidim zarokê/a ya nû çêbûyî?
- Erê tu dikarî şîr bidî zarokê/a xwe, ji ber ku vîrûsa Koronayê di şîrê dayikê de peyda nebû.
Rênmayên baş berî û piştî şîrdayînê
- Berê ku tu destê xwe didî zarokê/a xwe, şîşe, amirê sing, divê tu destê xwe bi av û sabûn bişo.
- Singa xwe bi av û sabûn bişo berî şîrdayînê.
- Maskan deynin wezta tu nêzikî zarokê xwe yî, nimûne di dema şîrdayînê de.
- Eger tu makine bikartînî ji bo derkirina şîr, divê tu pabendî pêşniyaran bî piştî bikaranînê.
Zarokên min ên din dikarin ligel zaroka/ê nû çêbûyî bin?
- Zarokên tendurust dikarin ligel zaroka/ê nû çêbûyî bin.
- Zarokên nexweş, zarokên bi nîşanên nexweşiyê, divê ji zaroka/ê nû çêbûyî dûr bikeve û hay ji xwe paqijkirina û destşûştina malê hebe.
Hemşîre/serdankara tendurustiyê serdana me dike?
- Eger tu tûşî COVID-19 bûyî, hemşîre/serdankara tendurustiyê dîsa jî di roja 4emîn an 5emîn de tê serdana te. Lê berê ku tên, telefonî te dikin. Li ser serdanên din jî bi hemşîra/serdankara tendurustiyê xwe li hev bikin.