Li Kopenhagnê Şerefedîn Elçî hate bibîranîn

Bi merema bi bîranîn û rêzgirtina siyasetvanê kurd Şerefedîn Elçî, semînarek li bajarê Kopenhagin a Danmarkayê hate pêkanîn. Roja şemiyê Federasiyona Komeleyên Kurdî yên Danmarkayê ji bo bîranîna siyasetvanê kurd û Parlementerê kurd yê di Parlamentoya Tirkiyayê de Şerefedîn Elçî semînarek bi beşdariya hejmarek kurdên herçar parçeyên Kurdistanê li bajarê Kopenhaginê pêkanîn, ku peyamnêrê jiyan.dk jî têde bedar bû. Semînara han bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb destpê kir û piştre kurte fîlmekê li ser jiyana Elçî hate pêşkêş kirin û di dawiyê de peyaman aliyên siyasî hate xwendin.

By |31. december 2012|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Li Kopenhagnê Şerefedîn Elçî hate bibîranîn

“Kurdistana serbixwe bi pesenda Tirkiyeyê û piştgiriya Amerîkayê dibeˮ

Nivîskarê tirk Cengiz Çandar di quncikê xwe yê roja 25ê Kanûnê yê rojnameya Hurriyet û Radikalê de rolê siyasî yê Serokomarê Îraqê Celal Talabanî, têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Îraqê, helwesta Amerîkayê û Tirkiyeyê nirxand. Çandar herwiha cih da hevpeyvîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di kovara amerîkî Time de hatiye weşandin. Çandar nexweşiya Talabanî bi bîr dixe û derbarê rolê wî yê erênî yê di navbera Kurd û Ereban de wiha dibêje, “Eger serokkomar Talabanî nebe, wê Kurd girîngiyê nedin vê postê û piştî Talabanî wê Kurd daxwaza serokkomariyê nekin û navbera wan û Malikiyê ku ber bi [...]

By |28. december 2012|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til “Kurdistana serbixwe bi pesenda Tirkiyeyê û piştgiriya Amerîkayê dibeˮ

Di Parlementoya Tirkiyeyê de çalakiyek nû

Parlementerên BDPê di çalakiyek nû de wêneyên parlementerên girtî yên partiya xwe danîne ser masiyê û nameya wan xwendin. Duhî serê sibê di Parlamentoya Tirkiyeyê de parlamenterên BDP çalakiyek dîrokî qewimandin, cara yekeme ku li ser navê parlementerên girtî, parlementerên din derketine ser masiyê û fikr û ramanên wan bi raya giştî re parve dirin. Bi vî awayî, her çiqas ew parlementerana li girtîgehê bûn jî, wêne û gotinên wan li meclîsê bûn. Parlementerên BDPê Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tuncel, Pervîn Buldan û Hasîp Kaplan, ji bo hevalên xwe yên girtî derketine ser kursiya meclîsê. Her parlementerekî wêneya parlementereke girtî [...]

By |19. december 2012|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Di Parlementoya Tirkiyeyê de çalakiyek nû

Roja pêşmerge li Aalborgê hate bi bîranîn

Roja yekëmiyê kurdên akinciyê bajarê Aalborgê bi merema bi bîranîn û rêzgirtina roja pêşmergeyên Kurdistanê semînarek li darxistin. Roja yekşemiyê 17ê desamberê yekîtina jiyan ya wî bajarê bi merema rêzgirtina roja pêşmergeyan semînarek li bajarê Aalborê pêkanîn ku peyamnêrê jiyan.dk jî têde beşdar bû û çendîn çalakî hatin lidarxistin. Li gorî peyamnêrê me semînara han bi axaftina pêşmergeyê kevnar yê Kurdistanê rêzdar Zahîd Bedrî destpê kir û piştre hinek pêşmergeyên kevn yê Kurdistanê ji partiyên cuda bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bîrhatên xwe yên dema pêşmergayetiyê bo beşdaran bas kirin. Hêjayî gotinê ku sala 1984an Sekreterê Giştî yê [...]

By |16. december 2012|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Roja pêşmerge li Aalborgê hate bi bîranîn

Li bajarê Roskilde komeleyekî kurdî ava bû

Ji bo organîzekirina kurdên akinciyê bajarê Roskilde û herwiha giringîdan bi kultura kurdî, komeleyekî kurdî li wî bajarî hate avakirin. Komeleya kurdî ya Roakilde ku sala 1991'an hatibû damezirandin, mixabin ev heyama çend salan bû ku ji ber nebûna pirsenilên aktîv hatibû rawestandin. Lê niha cardin bi destpêşxeriya çend ciwanên kurd û herwiha bi piştevaniya kurdên akiciyê wî bajarî dest bi kar bû. Endamê rêveber yê komeleya han Diyar Molayî ji bo jiyan.dk wiha got: Komeleya Kurdî ya Roskilde ku bi salan û bi xebata bi dehan çalakên kurd karîbû bibe pirek ji bo nasandina kultura kurdan bi xelkê Danmarkayê [...]

By |15. december 2012|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Li bajarê Roskilde komeleyekî kurdî ava bû

Şivan Perwer dest bi greva birçîbûnê kir

Şivan Perwer ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bê dorveger ên li girtîgehên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê di roja 66'an de berdewam dikin, li Hewlêrê komeke hunermend û rewşenbîrên kurd re li ber Parlamentoya Herêma Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê kir.  Hunermendê kurd ê navdar Şivan Perwer ku li vir axivî, bang li hemû cîhanê û hikûmeta herêmê kir ku ji bo grevên birçîbûnê bikevin nav liv û tevgerê.  Çend gotinên Şivan Perwer wiha ne: "Ji bilî kurdan, kesek kurdan tunebû. Îro jî, roja xwedî derketina li hevdû ye" û da zanîn ku çalakiya girtiyên kurd, têkoşîneke [...]

By |16. november 2012|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Şivan Perwer dest bi greva birçîbûnê kir

Hewlêr amade ye bo yarî kotayî

Wa birryare rojî şemme le yarîgey şehîd Frenso Herîrî le şarî Hewlêr yarî kotayî camî yekêtî asya bo topî pê le nêwan herdû yaney hewlêr û kwêt- î wllatî kwêt katjimêr 5î êware berrêwebçêt, bo em yarîye destey kargêrrî yaney hewlêr be baştirîn şêwe xoy amadekirduwe. PUKMEDIA Blîtî yarîyeke rojî heynî defroşrêt.  Wa birryare rojî heynî katjimêr 1î paş nîwerro beresmî blîtî yarî kotayî camî yekêtî asya le şwêne cyacyakan bifroşêt, bo em mebeste destey kargêrrî yaneke beresmî sê şwênî bo froştinî blît amadekirduwe bemşêweye: 1- kompanyay cîhanî werziş tenîşt yarîgey şehîd frenso herîrî. 2- çêştxaney mirwarî tenîşt mizgewtî qadir [...]

By |2. november 2012|Categories: Kurdî, NYHEDER, Soranî|Kommentarer lukket til Hewlêr amade ye bo yarî kotayî

Omeran – dîroka gundê Tavşançalı

Di salên 1800 de ji êla Ömerhanlı, li bajarê ku niha navê wî Adiyaman e, di dema derketina pevçûnekê de, tenê 4 mêr û gelek zarok û jin mane. Ji aliyê Nesrîn Bayram ve  Ji ber germaya hewaya wê, berê tenê di mehên zivistanê de pezê xwe dibirin li Adanayê diçêrandin. Lê piştî derketina wî şerî û kuştina mêrên eşîretê, bi temamî li Adanayê bi cih bûn. Êdî eşîreta Omerhanlî, Adiyamanê li pey xwe dihêle û li Adanayê cîwar dibe. Di wan salan de, li Konya Yunan dijiyan. Ömerhanî dibin cîranê Yunan, di mehên havînan de jî, bi wan re, [...]

By |20. oktober 2012|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Omeran – dîroka gundê Tavşançalı

Li ser sînorê Libnanê 8 kurdên ji Efrînê hatin kuştin

Roja 11’ê cotmehê dema wesayitek rêwî dibirin Libnanê, rastî êrşîekê hat û di encamê de 8 Kurdên ji Efrînê jiyana xwe ji dest dan. Li gor ANFê, 11’ê cotmehê wesayita ku rêwî dibir Libnanê di rê de rastî êrîşa çekdarî hat û di encamê de 8 Kurdên ji navçeya Şiyê ya Efrînê jiyana xwe ji dest dan.. Şahidên bûyerê ragihandin ku otomobîl rastî êrîşa komeke çekdar a ne diyar hatiye û di encama êrîşê de 8 Kurdan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dan, nasnameya 4'an weha ye: [...]

By |13. oktober 2012|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Li ser sînorê Libnanê 8 kurdên ji Efrînê hatin kuştin

PDK û tevgera Gorranê civiyan

Her dû alî xwedî heman nêrînê bûn li ser amadekirina zemîneke çareserkiriyê û pêşvebirina prosesa siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê. Îro di civîneke hevbeş a şandeke tevgera Gorranê û şandeke rêvebertiya Partiya Demokrat a Kurdistanê de li Hewlêrê, di nav hewayeka zelal a rasgoyane de, behsa peywendiyên du alî û awayê çareserkirina asteng û kelemên li ber rêya bihêzkirina peywendiyên navbera Partîya Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Gorranê hat kirin. Her dû alî xwedî heman nêrînê bûn li ser amadekirina zemîneke çareserkiriyê û pêşvebirina prosesa siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê. Herweha her dû alî yek nêrîn bûn li [...]

By |5. oktober 2012|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til PDK û tevgera Gorranê civiyan