Penaberekî Kurd li dibistana amedeyî a Kolding HF & VUC bi pileya herî baş derçû

Penaberekî Kurdê Hesekê Nûredîn Şêxo li dibistana amedeyî a Kolding HF & VUC bi pileya herî baş derçû. Ji aliyê Deniz Berxwedan Serinci re Kurdê Hesekê Nûredîn Şêxo di demeke zû de zimanê Denîmarkî fêr bû û dibistana xwe ya Kolding HF og VUC vê havînê bi pileya herî baş (11,0) teva kir. Nûredîn ligel bav, dayik, xuşk û birayê xwe di dawiya sala 2013ê de wek penaber hatin Denîmarkê. Vê demê Nûredîn tenê 17 salî bû. Di bawernameya îmtîhanê ya Nûredîn de 15 ders heye. Ji wan 15 dersan xortê Kurd 12 caran pileya herî bilind 12 stand. Di [...]

By |16. august 2019|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Penaberekî Kurd li dibistana amedeyî a Kolding HF & VUC bi pileya herî baş derçû

Ahîn dibistana amedeyî xilas kir – lê nikare berdewam bike

Penaberên demkî mecbûr in mesrêfên xwendinên xwe bidin. Deniz Serinci Havîna 2018ê ji bo Ahîn Mihemed Elî demeke xweş bû. Wê ji îmtihana dibistana amedeyî ya Denîmarkî derket û di îmtihanê de bi ser ket bi puana 10,6. Keça 26 salî, ku xelka Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, şivqa xwe da serê xwe. Ahîn zû zimanê Denîmarkî fêr bûbû û wek wergêr bo penaberên din kar dikir. Xewnên wê yên mezin hebûn ji bo pêşerojê. Dixwest derbasî zanîngehê bibe û bijîşkîtî bixwîne. Ji ber ku li hemû welatên cîhanê hewcebûna alîkarîyên bijişk hene. Lê kêfxweşiya wê zêde berdewam nekir. Li Denîmarkê [...]

By |7. februar 2019|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Ahîn dibistana amedeyî xilas kir – lê nikare berdewam bike

Kurdên ku Kurdî nizanin – Kurdên Çorumê

Gelek kêmnetewên Kurd hene li Anatoliya Navîn, mînak li Qonye, Heymana, Kirşehîr, hwk. Piraniya wan zimanê xwe ji bîr nekirin, ji bilî Kurdên deverekê: Çorum. DENIZ SERINCI, KOPENHAG Nêzîkî 100 gundên Kurd hene li Çorumê, nîvê wan Elewî ne, nîv Sunî ne. Texrîben 150.000 Kurdên Çorumê îro hene. Gelek li Ewrûpayê dijîn jî, li Elmanya, Fransayê, Danîmarkê, hwd. Tê gotin ku beşek ji gundên Kurd ji aliyê Siltanê Osmanî, Yavuz Sultan Selîm, ve hatin şandin Çorumê wekî xelat, ji ber ku dijî dijminê Faris, Safewî şer kir. Tê tehmîn kirin ku beşek din ji Kurdên Çorumê ji Dêrsimê di salên [...]

By |26. december 2014|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Kurdên ku Kurdî nizanin – Kurdên Çorumê

Penaberên Şengalê spasiya xelkê Roboskîyê dikin

"Em pir memnûn in bi mêvanperwerî û alîkarîya gelê Roboskîyê, penaberên Êzdî dibêjin. Deniz Serinci, Yilmaz Yildiz Foto: Roboski Aileleri Êzîyekî 60 salî, ku piştî dagîrkirina herêm û bajarê Şengalê ji aliyê rêxistina radîkal ya DAIŞ’ê ve reviya, li gundê Roboskîyê li Bakurê Kurdistanê ji ber nexweşî û tîbûnê jîyana xwe ji dest da. Kesê jîyana xwe ji dest dayî yek ji 200 penaberên Êzdî bû ku piştî êrîşa DAIŞ’ê a li ser Şengalê çûbûn xwe li Roboskîyê girtibûn. Hebûna wan penaberan li Roboskîyê di çapemenîya Tirk de pir deng veda, ji ber ku mirovên Roboskîyê di sala 2011’an de [...]

By |14. september 2014|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Penaberên Şengalê spasiya xelkê Roboskîyê dikin

Îsmaîl Beşîkçî: AKP ti gav naavêje

"Him behsa pêvajoya aştiyê dikin, him baregehên leşkerî çêdikin û hejmara koruciyan zêde dikin. Ev bêwate ye." Deniz B. Serinci Sosyologê Tirk û namzetê berê bo Xelata Aştiyê ya Nobelê, Îsmaîl Beşîkçî dibêje Tirkiyê "ti gav naavêje" ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd. Beşîkçî, ku bi navê "Xocayê zer" jî (Sarı Hoca) tê naskirin, ji ber nivîsên xwe yên siyasî bi ser hev de nêzî 17 sal di zindan de derbas kir. Wî ji Jiyan.dk re nêrînên xwe derbarê bûyerên dawî yên Licê ya Diyarbekirê anî zimên. Li meha Hezîran ciwanên ji Tevgera Ciwanen Welatparêz Yên Şoreşger (YDG-H) li navçeya Licê [...]

By |4. juli 2014|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Îsmaîl Beşîkçî: AKP ti gav naavêje

”Ez serbilind im ku kurê min bo azadî şehîd bû”

Roja yekşemê li bajarê Kopenhagê, paytexta Danîmarkê bi boneya salvegera îdamkirina serokê Komara Kurdistan a Mehabadê, Qazî Mihemed û hevalên wî ”Roja Şehîdan” hate bibîranîn. Ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistan-Iran (PDKI) ve hate aranje kirin û jî axaftvanên ji her çar perçên Kurdistanê pêk hatin. Bibîranin bi sirûda netewî ”Ey reqîb” û deqîqeyek bêdeng bo bîranîna kuştî û qurbanên Kurdistanê dest pêkir. Gelek partî û rêxistin beşdar bû di bibîraninê de û behsa serokên Kurd, wekî Qazî Mihemed, Ebdulrehman Qasimlo, Seîd Şerefkendî, Mela Mistefa Barzanî, Şêx Meşûq Xeznewî, hwd, hat kirin. Sala 1946′an li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê bi [...]

By |19. april 2014|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til ”Ez serbilind im ku kurê min bo azadî şehîd bû”

Ta Beşikçi hebe xewna Kurd(istan) namire!

Ji Kurdistanê Nwe 23.9.13 “Dibêjin dema dewleta neteweyî bi ser çûye. Eve ne rast e. Bi dehan dewletên nû hatin avakirin. Lê vê behaneyê tenê bi ser Kurdan de diçespênin. Azadîya Kurdan tenê di dewleta Kurdî´deye” (Dr. Ismail Beşikçi). Ta çend sal berî niha jî eger serok û serkirdeyekî Kurd behsa rakirina hidûdên navbera perçeyên Kurdistanê û damezrandina dewleteke serbixwe bikiriba, ne tenê ji alî ”dewleta merkezî” ya perçeya xwe, belku ji her çar alî ve dihat dorpêçkirin û tehdîd kirin. Li 4 dewletên navçê ewê behsa Kurd û mafê Kurd û dewleta Kurdî bikiriba, hege Kurd jî nebûya, dibû [...]

By |25. september 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Ta Beşikçi hebe xewna Kurd(istan) namire!

Kongra Netewî

Perspektiv 1 Silav û rêz / Kongra Netewî Berî ku dest pê bikim, germtirîn silav û rêzên xwe pêşkêşî cemîyeta Kurdistana Nwê, xwendkar û xebatkar û nivîskarên wê dikim. Kêfxweşim ku emê heftê carekê li vî quncikî bi we re bim. Bi hêvîyên her hefte roja … di Perspektîv de bi perspektîveke nû... Îro, babeta Pirs û çarenivîsa Kurd bi qasî ku li Turkîyê, di nav Turkande û di medyaya Turkîde tê nîqaşkirin û nirxandin, li Kurdistanê û di medyaya kurdî de nayê nîqaşkirin.   Bala xwe bidin rojname û televizyonên turkî, babeta here germ Kurd e. Rojava. (Kurd li [...]

By |13. september 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Kongra Netewî

Dosya Roboskî ket nav lepê dozgerên serbazî

Piştî ku serdozgeriya Amedê ragihand ku lêpirsîna “komkujiya Roboskî” di çarçoveya erkên wê de nîne dosya ji bo dozgeriya serbazî ya girêdayî fermandehiya artêşa Tirkiyê hat şandin. Piştî sal û nîvekê, serdozgeriya Amedê îro (11.06.2013) ragihand ku lêpirsîna komkujiya gundê Roboskî yê Qilabana Şirnexê di çarçoveya erkên wê de nîne, dosya ji bo dozgeriya serbazî hat şandin. Ji vir û pêde dozgeriya serbazî ya Tirkiyê dê bûyera kuştina 34 gundiyên gundê Roboskî ku şeva 28ê Kanûna 2011ê li ser sînorê başûr û bakûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyê ve bi hêceta ku “terorîst in” hatibûn kuştin, lêpirsîn bike.

By |11. juni 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Dosya Roboskî ket nav lepê dozgerên serbazî