Ji Kurdistanê Nwe 23.9.13

“Dibêjin dema dewleta neteweyî bi ser çûye. Eve ne rast e. Bi dehan dewletên nû hatin avakirin. Lê vê behaneyê tenê bi ser Kurdan de diçespênin. Azadîya Kurdan tenê di dewleta Kurdî´deye” (Dr. Ismail Beşikçi).

Ta çend sal berî niha jî eger serok û serkirdeyekî Kurd behsa rakirina hidûdên navbera perçeyên Kurdistanê û damezrandina dewleteke serbixwe bikiriba, ne tenê ji alî ”dewleta merkezî” ya perçeya xwe, belku ji her çar alî ve dihat dorpêçkirin û tehdîd kirin. Li 4 dewletên navçê ewê behsa Kurd û mafê Kurd û dewleta Kurdî bikiriba, hege Kurd jî nebûya, dibû bedêla wê daxwazê bi sizaya zîndan û îşkence û sirgûnê bide. Dr. Ismail Beşîkçî yek ji wan kesan û nimûneyekî berbiçav e.

Beşikçî salên xwe û jîyana xwe di zîndanande bir serî. Boçûneke dinê jî heye ku dibêje 3 mercên sereke hene ji bo durustbûna Dewleteke Kurdî; 1. derketina qeyraneke sertanserî û serûbinbûna navçeya Rojhilata Naverast (ku bibe hoyê nemana hevpeymanîya stratejîk di navbera dewletên dagîrkerên Kurdistanêde).

2. zemîneyeke li bar ku berjewendîyên zilhêzên cîhanê (bo nimûne Amrîka) ne li dijî dewleteke Kurdî be) û 3. hege Kurd bi xwe amadebin û dewleteke Kurdî bixwazin. Di nêrîna min de 2 ji 3 mercên serekî bo durustbûna dewleteke Kurdî di rojgara îrode li holê heye lê ya sêhem di jêr guman´deye. Di navbera dewletên dagîrker de ne ku hevpeymanîya stratejîk (li ser pirsa Kurd) têk çûye belkû dewletên dagîrker niha her yek ji wan di bereyek de û li dijî hev sekinîne. Her weha berjewendîyên Amrîka û gelek welatên girîng û bibandor yên Ewropî di rojgara îro de ne li dijî dewletek Kurdî ne (lê eve nayê wê wateyê ku ev zemîne dê heta hetayê hebe û were parastin) Herçî merca sêhem e (ango hewl û daxwaza Kurdan bi xwe), ku girîngtirîn merc e û divê li berî hemû mercekî dinê li holê hebe, mixabin, eve pirsa Kongra Netewî û atmosfera şidyayî ku piştî çend civînan di navbera hêzên siyasî yên Kurd de teqîya, wêya nîşan dide ku naxêr, ew îradeya siyasî ku pêvîste hebûya, vê gavê nîne. Îro, di demekêde ku derfeteke dîrokî li ber destê Kurdan´e û Kurd bixwazin destê xwe dirêjkin dê destê wan bigête dewleta Kurdî, mirovên xeyrî Kurd pirsa dewleta Kurdî di rojevêde dihêlin. Temaşekin bo nimûne li medyaya Turkî!

Caran eger tenê Beşikçi bû, niha çendîn pênûsên here mezin yên turkî wek Cengiz çandar û Hasan Cemal û Murat Yetkin û Ruşen çakir pirsa mafê bidewletbûna Kurd tînin rojevê. Ez rojnameyên wek Taraf û Radikal (ku turkî´ne) li gel hinek dezga medyayên Kurdî li Kurdistana Azad didim ber hev, gelek caran dikevim gumanan. Gelo kîjan ji vana Kurd e û kîjan Turk e!

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer