Roja yekşemê li bajarê Kopenhagê, paytexta Danîmarkê bi boneya salvegera îdamkirina serokê Komara Kurdistan a Mehabadê, Qazî Mihemed û hevalên wî ”Roja Şehîdan” hate bibîranîn.
Ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistan-Iran (PDKI) ve hate aranje kirin û jî axaftvanên ji her çar perçên Kurdistanê pêk hatin.
Bibîranin bi sirûda netewî ”Ey reqîb” û deqîqeyek bêdeng bo bîranîna kuştî û qurbanên Kurdistanê dest pêkir. Gelek partî û rêxistin beşdar bû di bibîraninê de û behsa serokên Kurd, wekî Qazî Mihemed, Ebdulrehman Qasimlo, Seîd Şerefkendî, Mela Mistefa Barzanî, Şêx Meşûq Xeznewî, hwd, hat kirin.
Sala 1946′an li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê bi serokatiya PDKI, Qazî Mihemed û piştevaniya Mistefa Barzanî komareke Kurd hate damezrandin. Piştî ragihandina Komarê, Yekîtiya Sovyetê piştgiriya ku da Qazî Mihemed, paşve kişand û piştî demeke artêşa Iranê Komarê bidestxistin. Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî di 31ê adara 1947’an de hatin dardekirin. Piştî ev roj PDKI 31ê Adarê wek ”Roja Şehîdan” bibîr tîne.
Di bibîraninê de behsa Qasimlo jî hat kirin. Ev serokê PDKI bûye û sala 1989’an li bajarê Viyenayê, paytexta Nemsayê bi destê ajanên Îranê hate qetilkirin. Kurda Rojavayê, Diya Mîran li ser Şêx Meşûq Xeznewî axivî. Ev şêxekî Rojavayî yî navdar bû ku di gulana 2005’an de hate kuştin. Beriya qetilkirina xwe, rexneyê rejîma Şam kiribû. Tê tehmîn kirin ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatin qetilkirin.
Diyar Molayî, berpirsyarê Komîteya Şîlendê ya Partiya Demokrata Kurdistan-Iran (PDKI), ji Rûdawê re got ku partiya wî piştî îdamkirina Qazî Mihemed her sal ”Roja Şehîdan” aranje dike li gelek bajarên Kurdistanê û Ewrûpayê ”û xebata Qazî Mihemed û hemû şehîdan tîne ziman”.
”Roja Şehîdan ji aliye çend rêxistinên din wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, hwd, jî tê qebûlkirin. Lê em dixwazin ev roj li her çar perçên Kurdistanê bê bibîranin,” Molayî got.
Şivan Bamernî, berpirsyarê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-başûr), sedema beşdarbûna xwe wiha aniye zimên:
”Îro em hatin vir bo Roja Şehidan û tevahiya şehîdên Kurdistanê, Qazî Mihemed, Barzaniyê Nemir, bibîrbînin.”
Di pirsa qebûlkirina 31ê Adarê wek ”Roja Şehîdan” li Kurdistan Başûr, Bamernî got ku ev biryara parlamentoya Hewlêrê ye.
Yusif Wekîlî, ku xelkê Kamyaran e li Rojhilatê Kurdistanê, bavik, dayik û birayê xwe winda kir di şerê navbera Kurd û Iranê de.
”Bîranina şehîdên me bîranineke dîrokî ye û rêzgirtina wan girîng e, ji ber ku xebata wan bo azadkirina hemû gelê Kurd bû,” Wekîlî got.
Zubeyde Fellahî xelkê Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê. Kurê wê jiyana xwe ji dest da. Wexta ev razaye, rastî êrişê leşkerên Iranê hat û wisa hat kuştin:
”Ez serbilind im ku kurê min di rêya azadiya gelê xwe de şehîd bû,” Fellahî got.