Piştî ku serdozgeriya Amedê ragihand ku lêpirsîna “komkujiya Roboskî” di çarçoveya erkên wê de nîne dosya ji bo dozgeriya serbazî ya girêdayî fermandehiya artêşa Tirkiyê hat şandin.
Piştî sal û nîvekê, serdozgeriya Amedê îro (11.06.2013) ragihand ku lêpirsîna komkujiya gundê Roboskî yê Qilabana Şirnexê di çarçoveya erkên wê de nîne, dosya ji bo dozgeriya serbazî hat şandin.
Ji vir û pêde dozgeriya serbazî ya Tirkiyê dê bûyera kuştina 34 gundiyên gundê Roboskî ku şeva 28ê Kanûna 2011ê li ser sînorê başûr û bakûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyê ve bi hêceta ku “terorîst in” hatibûn kuştin, lêpirsîn bike.