Îro li Hewlêrê bi amadebûn û çavdêriya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê peymanek bi navê Peymannameya Hewlêrê îmze kir.
Li gorî peymanê konseyeke hevbeş ê di navbera ENKS û civata Gel ya Rojavayê Kurdistanê de bê damezrandin û erkê vê konseyê amade kirina siyaseteke giştî ya Kurdî û birêvebirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de ye.
Her di vê peymannameyê de tekez li ser vê yekê hat kirin ku, nabe ti aliyek bi rêya çapemenîyê êrîşa aliyekî din bike.
Piştî bidawîhatina merasima îmzekirina Peymannameya Hewlêrê Serok Barzanî jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî aliyên siyasî û hemû kurdên Rojavayê Kurdistanê kir û daxwaz ji wan kir ku, li hember guhertinên heyî yên li Sûriyayê yekgirtî û yekhelwest bin û parêzgariya bihêz ya mafên xwe yên rewa bikin û ev yek jî bi tenê bi yekrêzîyê dibe.