Di bin banê Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê de, ji bo zarokên kurd hêlîna zarokan (kreş) hate avakirin. Di vê hêlînê de, dê hem axaftin hem jî perwerdehî bi temamî bi kurdî be. 

Hêlîna zarokan li Taxa Bagivar a bi ser Şaredariya Sûrê hate vekirin. Bi temamî 16 zarok di vê hêlînê de, perwerde dibin. Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ku çû serdana hêlînê, diyar kir ku zarokên di vê hêlînê de bi zimanê xwe yê dayikê ji dibistanê re tên amadekirin û wiha got:

“Perwerdehiya li vê derê bi temamî bi rêbazên zanyarî û pedagojîk tê dayîn. Divê li Tirkiyeyê bi zimanên cuda û cur bi cur perwerdehî hebe. Di nava zarokên li vê derê de, zaroka malbateke tirk a ji Konyayê jî heye. Di vê hêlînê de bi kurdî hîn dibe.”

NUKURD.COM

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer