Bi pêwana ku niha serokatîya Yekîtîya Ewropa di destê Danîmarqa de ye, serokê giştî ê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel duh (03.05.2012) li gel serokê konseya Yekîtîya Ewropa û wezîrê derve ê Danîmarqa Villy Søvndal civînek pêk anî.
Civîn li paytexta Danîmarqa, li bajarê Kopenhagê pêk hat û di nava atmosfêr û pêşwazîyeke germ de derbas bû. Di civînê de pirsa kurdî, zagona bingehîn a nû li Tirkîyê, qetlîama gûndê Roboskîyê, rawestandina şer û hwd. hatin guftugokirin.
Piştî ku Bayram Bozyel di serî de spasîya wezîr Villy Søndal ji bo civînê û ji bo pêşwazîya wî a germ kir, dest bi axaftina xwe kir. Di serî de Bozyel bahsa partîya xwe û sîyaseta partîya xwe kir. Piştre jî anî ziman ku herçiqas ku li Tirkîyê di vê dawîyê de hin gavên erênî hatine kirin jî, lê ev bi serê xwe ne bese û hê jî astengîyên mezin li pêşîya çareserîya pirsa kurdî hene. Bozyel got ku hê jî şer beredwame û rojane jî mirov tên kuştin û bibîr xist ku berdewamîya şer û kuştinan li Kurdistanê pirsa kurdî hê bêtir kûr dikê.
Herwiha anî ziman ku ev zagona bingehîn a nû ku niha ketîye rojeva Tirkîyê, dikarê bibê weke derfetekê ji bo çareserîya pirsa kurdî, lê got ku heger ku di vê zagonê jî de mafên kurdan li ber çav neyên girtin, wî wextî yek nikarê ji vê zagonê re bêjê zagoneke nû ye. Ji ber wê yekê got ku pêwîste ku nasnameya kurdî bê garantî kirin, kurd karibin bi nasnameya xwe a kurdî xwe birêxistin bikin, zimanê kurdî di warê perwerdeyê û di dezgehên fermî de bê serbest kirin û kurd karibin biryarên xwe li ser pêşêroja xwe bi xwe bidin. Bayram Bozyel got ku ji bo çareserîyê pêwîste ev maf hemû di zagona bingehîn de bên parastin û bal kişand ser wê yekê ku li gor sîyaseta partîya wan çareserîya herî maqul jî mafên wekhevî ye li ser esasê sîstemeke federal.
Li hêla din jî Bozyel dîsan bal kişande ser wê yekê ku pêwîste ku hukumet û dewleta Tirkîyê jî hebûna şerê çekdarî li Kurdistanê ji xwe re nekin weke hêcet û şertekî li pêşîya naskirin û dayina mafên demokratîk ên gelê kurd. Bi vê ve girêdayî Bozyel anî ziman ku ev pirsgirêk a zêdeyî 20 milyon kurde li Bakurê Kurdistanê û mafê gelê kurde jî ku wek her miletî mafên xwe bidest bêxê û got ku heger ku ev mafên netewî û demokratîk bên dayin ji xwe wî wextî wê ti wateya şerê çekdarî jî nemînê.
Bozyel di berdewamîya axaftina xwe de li ser rola Yekîtîya Ewropa a di derbarê reformên li Tirkîyê de jî sekinî û destnîşan kir ku heta niha Yekîtîya Ewropa di vê pêvajoya demokratîzekirina Tirkîyê de roleke gelekî erînî lîstîye û bibîr xist ku ev reformên ku heta niha hatine kirin jî ji ber vê rola girîng û bandora Yekîtîya Ewropa bûye. Bozyel bal kişand ser beredewamîya vê rola girîng û daxwaz ji Yekîtîya Ewropa kir ku di çêkirine zagona bingehîn a nû de, ku çareserîye pirsa kurdî jî digirê nav xwe, cesaretê bidê Tirkîyê û wê ber bi vê yekê ve teşwîq bikê.
Piştî axaftina Bozyel, serokê Konseya Yekîtîya Ewropa û wezîrê derve ê Danîmarqa Villy Søvndal kêfxweşîya xwe ji bo van agahdarîyên Bayram Bozyel anî ziman û got ku ewê her di nava dialog û hewldanan de bin ku Tirkîye di çêkirina zagona bingehîn a nû de daxwazên kurdan li ber çav bigrê û rêya çareserîya pirsa kurdî jî hêsantir bikê. Herweha got ku ew bi xwe li gel endametîya Tirkîyê a ji bo Yekîtîya Ewropa ye û bal kişand ser krîterên Kopenhagê. Villy Søvndal got ku ewê di vê meha pêş me de herê Tirkîyê.
Piştî civîna li gel Villy Søvndal, serokê giştî ê Hak-Parê Bayram Bozyel di eynî rojê de jî li gel parlamentera kurd Özlem Çekiç ji Partîya Sosyalîst a gel (SF) û Holger K. Nielsen, ku kevneserok û berpirsê kar û barê derve ê partîya SF’ê ye civîn pêkanîn. Ev herdu civîn jî di nava atmosfêreke germ û dostane de derbas bûn. Di herdu civînan de jî axaftin li ser sîyaseta HAK’PARê, pirsa kurdî, şerê çekdarî, sîyaseta dewletê, astengîyên li pêşîya çareserîyê, reformên ku heta niha hatine kirin û zagone bingehîn a nû hat kirin. Herweha guftugo li ser têkilîyên dostane ên di navbera herdu partîyan de hat kirin. Him Özlem Çekîç û him jî Holger K. Nielsen kêfxweşî û piştgirîya xwe dîyar kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Bayram Bozyel di her civînê de dosyek li ser sîyaseta partîya xwe û li ser pêşnîyarên partîya xwe a di derbarê zagona bingehîn a nû de pêşkêşî Villy Søvndal, Özlem Çekiç û Holger K. Nielsen kirin.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
04.05.2012