Serbest Urmiye: ”Soza Sadiq” sadiqtir bû li dijî gel

Ji aliyê Serbest Urmiye ve Êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê ya bi navê “ Soza Sadiq 2” li dijî Îsrayîlê ku doma siyasetên şerxwaz ên rejîma Îranê li herêm û cîhanê de ye,  Di hizra rejîmê de him weke hewlekê bo nîşandana hêza leşkerî û selimandina teknolojiya xwe ya şerxwaziyê bi cîhan û nemaze Îsrayîl  û dewletên herêmê jê dihat mêze kirin û  him jî bi hêviya xurtkirina piştgiriya navxweyî ji rejîmê gav dihavêtin. Lê  di demekê de bû ku ji ber dorpêçên navneteweyî û qeyranên aborî yên demdirêj, rewşeke pir aloz di tev aliyên siyasî, aborî û civakî de [...]

By |23. oktober 2024|Categories: Blogs, Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Serbest Urmiye: ”Soza Sadiq” sadiqtir bû li dijî gel

Şerê Îranê û Îsraîlê – derfeteke nû bo xurtkirina şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê

Ji aliyê Serbest Urmiye ve Piştî kuştina Îsmayîl Heniye, rêberê taqima “Hemas” li Tehranê û her wiha kuştina Hesen Nesrullah, rêberê taqima “Hizbellah” a Libnanê ku her du alî jî   girêdayî bi  rejîma Îranê  ve bûn, ji aliyê dewleta Îsraîlê ve, rejîma Îranê  careke din gefên xwe ji bo ji holê rakirina dewleta Îsraîlê xurttir kirin û ji bo ku bi kiriyar jî  ji gefên xwe xwedî derkeve, di 1ê Cotmeha 2024’an  û di   êrîşeke berfireh a bi navê "Operasyona Soza Sadiq 2"  de, 181 mûşekên balîstîk avêtin Îsrayîlê. Armanca êrîşa han  gelek navend li seranserê Îsrayîlê  bûn, nemaze di [...]

By |7. oktober 2024|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Şerê Îranê û Îsraîlê – derfeteke nû bo xurtkirina şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê

Rewşa Rojhilata Navînê ber bi ku ve diçe?

Ji aliyê Abdalqader Houry ve Berpirsên Îsraîl dibêjin: Em dê tolhildana xwe dijî Îranê dê çend rojan dereng bikin. Ev nûçe wateyekê dide çavdêrên siyasî ku navbênkariyeke siyasî di navbera DYA û Îsraîlê ji hêlekê ve û Îranê ve jî heye ku şer û alozî li Rojhilata Navîn û bi taybetî di navbera hevalbendên Îranê û Îsraîlê ji holê rabin. Ger ev navbênkarî neçû serî dê Îsraîlê tola xwe bi tundî hil bide. Hindek nîşan û gerên siyasî tên gerandin vê xwendina siyasî ku navbênkarî heye, zelal dike. Ji wan nîşanan; ** Serdana serokomarê Îranê Mesud Pijîşkiyan bo Sultaneta Omanê [...]

By |3. oktober 2024|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Rewşa Rojhilata Navînê ber bi ku ve diçe?

Erdhej: Rewşa zarokan nebaş e

Mamoste Mustafa Ünsal tu carî erdheja 6ê sibata sala 2023an ji bîr nake. Di wê rojê de bi deh hezaran Tirk, Kurd, Ereb û hwd, jiyana xwe ji dest dan. Fotograf: Andreas Hansen Mustafa Ünsal ji Hatayê wiha got: “Ez rabûm. Ez, hevjîna min û zarokê me li malê bûn. Avahiya li hemberî me hilweşiya. Em ketine panîkê û derketin.” Li derve, mirovan hewl da ku bikevin nav otomobîlên xwe. Yên ku tirimbêlên wan tunebûn li derve li bendê man. “Hemû cihan girtî bûn. Xelk birçî bûn û nan û av tune bû. Têkiliya telefon û înternetê qut bû jî." [...]

By |14. februar 2024|Categories: Jordskælv kurdisk, Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Erdhej: Rewşa zarokan nebaş e

Bijîşk: Piştî erdhejê rewş hê pir xirab e

Salek di ser erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê rewşa tenduristiyê li herêmê hîn gelek xirab e. Fotograf: Andreas Hansen Serokê Yekîtiya Bijîşkên Mereşê, ku yek ji bajarên herî zêde zirar dîtiye, Lûtfî Tiyekli wiha got: "Piraniya birînên me yên fîzîkî sax bûne. Lê travmaya psîkolojîk a piştî erdhejê hîn jî berdewam e." Li Tirkiyeyê zêdetirî 50 hezar, li Sûriyeyê jî zêdetirî 8 hezar jiyana xwe ji dest dan. “Welatiyên me bav, dayik, xwişk û birayên xwe, cîranên xwe winda kirin. Û ji bilî vê pirsgirêkên derûnî jî hene.” Di nava miriyan de gelek bijîşk jî hene. Lütfi Tiyekli dibêje, "Em [...]

By |14. februar 2024|Categories: Jordskælv kurdisk, Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Bijîşk: Piştî erdhejê rewş hê pir xirab e

Salek bi ser erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Salek bi ser erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê derbas bû. Zêdeyî 59 hezar kes canê xwe ji dest dan. Lê niha rewş çawa ye? Endezyar, nûnerê parêzga, doktor û rojnamevan li ser vê yekê nêrîna xwe tînin zimên. Fotograf: Andreas Hansen Çima ewqas avahî hilweşiyan? Li gorî berdevkê Odeya Endezyarên Kahramanmaraşê Ökkeş Buğra Dalkıran pirsgirêk ev in: "Em di pêvajoya avakirinê de hin xeletiyên cidî dibînin," wî got. "Ev jî pirsgirêkeke mezin e. Divê hûn agahdar bin û bi kêmanî pêşî li xeletiyên zêdetir bigirin. Ji ber vê yekê erdhej ji bo her kesê di vê sektorê dersek pir mezin [...]

By |14. februar 2024|Categories: Jordskælv kurdisk, Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Salek bi ser erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê salvegera xwe li Kopenhagê pîroz kir

Partîya Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi boneya derbasbûna 78 sal li ser damezrandina wê ahengek li dar xist. Rapor: Sherwan Shahin Baran Bîrdoz Li Danîmarkayê, 19ê tebaxa 2023an, li bajarê Roskildeyê (30 Km rojavayî paytexta Danîmarkayê Kopenhag) Partîya Dêmokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) şahîya xwe li dar xist bi boneya derbasbûna 78 salan li ser damezrandina wê. Beşdaran ji alîyê revenda kurdî li Danîmarkayê amade bû, ji ber ku ev aheng li ba alîgirên Partîya Dêmokrat a Kurdistana Îranê weke nîşana boneyeke dîrokî tê dîtin. Ahengê bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir, paşê deqeyeke bêdeng li ser rewanê şehîdên [...]

By |21. august 2023|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê salvegera xwe li Kopenhagê pîroz kir

DIAKURD: Alî Qazî jiyana xwe ji bo niştimana xwe terxan kiribû

Konfederasyona Kurdên Diaspora peyamek li ser wefata Elî Qazî belav kir. Peyam wisa ye: "10.7.2022 me bi xemgînî nûçeya koça dawî ya Alî Qazî ku çûye ser dilovaniya xwe bihîst. Elî Qazî kurê serokomarê Komara Kurdistan nemir Pêşewa Qazî Mihemed di 89 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Di dema damezrandina Komara Kurdistanê temenê Alî Qazî 13 salî bû. Alî Qazî hemû jiyana xwe ji bo serwerî û serkevtina netewe û niştimana xwe terxan kiribû. Serê gelê kurd û serê malbata pêşewa û xweştiviyên wan sax be."

By |10. juli 2022|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til DIAKURD: Alî Qazî jiyana xwe ji bo niştimana xwe terxan kiribû

HEVKARÎ erîşên Tirkîyê û İranê şermezar dike

Platforma Hevkarîya Partîyên Kurdistan li Danîmarkê (HEVKARÎ) erîşên dewletên Tirkîyê û İranê şermezar dike. Daxûyaniya Hevkarî: "Daxûyanî ji bo şermezarkirina erîşên dewletên Tirkîyê û İranê; Welatê me Kurdistan û Rojhilata Navarast, îro careke din di bin xeterîya êrîş û dagîrîya dewleta Tirk da ye. Ev dewleta hov û terorîst, di Kurdistanê û navçeyê de zilm û zordarîyeke nedîtî, li ser gelê Kurd û kêmneteweyên din dimeșîne. Her weha di warê olî û mezhebî de Xaçperest, Elewî, Êzîdî û hwd. yên ku ne islam in û ne ji mezhebê fermî ne, li gor siyaseta ”Senteza Tirk û Îslam”ê tên asîmîle kirin [...]

By |23. juli 2020|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til HEVKARÎ erîşên Tirkîyê û İranê şermezar dike

Nîgarvan êşa welat li ser tabloyan nîşan dide

Hevpeyvîn ligel Melek Muxtar, nîgarvaneke Kurd li Denîmarkê. Tu dikarî xwe bidî nasandin? Ez ji gundê Mabeta li Efrînê me. Çend sal berê hatim Denîmarkê. Li vir him bi mûzik, huner û nigarvaniyê re mijûl im. Di warê mûzikê de Bavê Selah bandor/tesîr li min kir. Ez her wiha bi rêya huner fikr û ramanên xwe tînim zimên. Dikarî behsa xurbetiya xwe bikî? Sirgûnbûn û xurbetî ne biryara min bû û di destê min de nebû. Rewşa min jî wek deh hezaran ji gelê me ye ku pela şerê çekdarî û agirê zikreşî, nejadperestiyê ku em avêtin piştî sînorên welatê [...]

By |18. juni 2020|Categories: Interviews, Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Nîgarvan êşa welat li ser tabloyan nîşan dide