Bîranîna Enfalê: “Min 300 zarok binaxkirin”

Nusret Tahîr serokê Navenda Enfalê li Duhokê: “Min 300 zarok binaxkirin” Ji aliyê Deniz Serinci ve Nusret Tahîr serokê Navenda Enfalê li Duhoka Başûrê Kurdistanê ye. Tahîr derbarê kuştî û birîndarên Enfalê zanyarî dide li parêzgeha Duhokê. Lê ev zehmet e, ji ber ku hertişt tevlihev bû. ”Enfal bo me wekî roja Qiyametê bû: Herkes xwest xwe biparêze, ji ber vê yekê nêrîneke giştî tine,” Tahîr got. Normalî tê tehmînkirin ku 182.000 Kurd di dema Enfalê de ”winda bû”. Lê ev hejmar jî bi xwe ne tam e, ji ber ku gelek term tucar nehatin diyar kirin. Rejîma Iraqê êrişê [...]

By |10. april 2020|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Bîranîna Enfalê: “Min 300 zarok binaxkirin”

Qehremanê Helebçê – Hoşyar Elî

Hoşyar Elî herdu seqên (bacak) xwe piştî teqîna mayinan winda kiriye. Niha li mayinan lêdigere û wan bi destê xwe betal dike. Ji aliyê Deniz Serinci ve Pir bi xeter e û herdu seqên (bacak) xwe di teqîna mayinê de winda kiriye ji. Lê Hoşyar li Kurdistana Iraqê dîsa jî erdê ji mayinan paqij dike. 32 sal in ew bi vî karî re mijûl e û ji ber vê xelkê herêmî wî wek “Mayin Hoşyar” bi nav kir. Hoşyar li Helebçê dijî, bajarek ku bi êrişa kîmyawî ji aliyê rejîma Bexdadê li adara 1988ê bi navûdeng bû, û xwe goriya [...]

By |10. april 2020|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Qehremanê Helebçê – Hoşyar Elî

“Namûs wekî pere ye”

“Namûsa keçan beşek ji rûyê fermî yê malbatê ye. Eger keç li gor adetan tevnegere, malbat dikare rêza xwe di nav civakê de winda bike. ‘Namûs’ mîna pere ye. Ev pere statuya her malbatê diyar dike,” pispor Joanne Payton dibêje. Ji aliyê Deniz Serinci ve Tundiya li dijî jinan û kuştinên bi navê namûsê her di rojeva Başûrê Kurdistanê de ne. Lê tundiya li dijî jinan û kuştinên bi navê namûsê li derveyî Kurdistanê, di nav Kurdên koçber de jî rastiyek e. Di nav bûyerên herî navdar de kuştinên Pela Etrûşi li Swêdê di 1999ê de, Fadîme Şahîndal li Swêdê [...]

By |8. april 2020|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til “Namûs wekî pere ye”

Nîzamedîn Arîç: Bila hêzên Kurd bibin yek

Hevpeyvîn ligel hunermend Nîzamedîn Arîç. Ji aliyê Deniz Serinci ve Hunermendê navdarê kurd Nîzamedîn Arîç diyar kir ku dema qedexeya li ser zimanê kurdî rabibe û zarokên kurd bikarin bi kurdî perwerdeyê bibînin ew dê vegere welatê xwe. Arîç anî ziman ku dewleta tirk li ser rakirina qedexeya kurdî derewan dike. Hunermendê navdarê kurd Nîzamedîn Arîç ku bêtir ji nêzikî 40 sal in li sirgûnê û xerîbiyê dijî, diyar kir, ji ber ku zimanê wî li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin ew neçar ma ji welatê xwe dervkeve û li xerîbiyê bijî. Li ser vegera xwe jî Arîç wiha got: “Helbet ez [...]

By |8. april 2020|Categories: Interviews, KULTUR, Kurdî, Kurmancî, Musik og film, NYHEDER|Kommentarer lukket til Nîzamedîn Arîç: Bila hêzên Kurd bibin yek

Christian bû Şakir û fêrî Kurdî bû

Hevpeyvîn ligel Christian Thoning, Danîmarkîyekî ku fêrî Kurdî bû. Ji aliyê Deniz Serinci ve ”Çi dikî, rind î?” Christian Thoning ji min dipirse, gava ez wî cara yekem li rawestgeha trênê ya Kopenhagê dibînim. ”Baş im, spas, tu çi dikî?” ez bersiv didim. Di eynî demê de ez şaş dimînim, ji ber ku mêrekî Danîmarkî dibînim ku bêyî aksan û bêyî xete zimanê min diaxive. ”Elhamdulîllah, ez jî baş im,” Christian bersiv dide. 20 sal berê Christian derbasî Îslamê bûye û di nav Misilmanan de wekî Şakir tê naskirin. Ne cara yekem e ku ez Ewropayekî dibînim ku bûye Misilman. [...]

By |8. april 2020|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Christian bû Şakir û fêrî Kurdî bû

سەرۆک وەزیرانی دانیماڕک، مێتە فرێدرێکسن پلانی کرانەوەی دانیمارکی ئاشکرا کرد

Foto: Sandra Skillingsås, Arbeiderpartiet سەرۆکوەزیر مێتە فرێدرێکسن پلانی کرانەوەی دانیمارک ئەشکەرە کرد. سەرۆکوەزیری دانیمارک مێتە فرێدرێکسن ئەمڕۆ لە کۆبوونەوەی چاپەمەنی لە وەزارەتی دەولەت بریاری دا بە کردنەوەی وەلاتی دانیمارک بە شێوەی سنووردار. قوتابی ئامادەیی دەتوانن ئەمساڵ بچن بۆ ئیمتیھان. دوای ١٥ێ مانگی نیسان (ئەپریل) باخچەی منداڵان، دایەنگەھ (خانەی چاودێریکردنی منداڵان) دەکرێتەوە. پۆلەکانی شەش تا دە ناتوانن ئەمساڵ بچن بۆ ئیمتیھان، لە بەر ئەوە لە مالەوە دەرسەکانیان بخوینن. تا دەی مانگی ئایار (مایس) کۆبوونەوەی لە دە کەس زیاتر قەدەخەیە. سنوورەکانی دانیماڕک بە داخراوی دەمێننەوە. فیستیڤالی گەورەکان تا مانگی ئاب (ئاوگوست)) قەدەخەیە. خواردنگە، سینەما، قاوەخانە، سەرتاش، شوێنی وەرزیش داخراوە. سەرۆکوەزیری دانیمارک مێتە [...]

By |6. april 2020|Categories: Kurdî, NYHEDER, Soranî|Kommentarer lukket til سەرۆک وەزیرانی دانیماڕک، مێتە فرێدرێکسن پلانی کرانەوەی دانیمارکی ئاشکرا کرد

Serokwezîr plana jinûvevekirina Danîmarkê eşkere kir

"Eger em di betlana Nîsanê (påske) de bibînin, ku di riya rast de neçe, peyama me pir zelal e: Em Danîmarkê ji nû ve venakin.” Ji aliyê Deniz Serinci ve Foto: Sandra Skillingsås, Arbeiderpartiet Serokwezîr Mette Frederiksen di civîneke rojnamevanî de li Kopenhagê plana jinûvevekirina Danîmarkayê piştî belavbûna virûsa koronayê eşkere kir. Li gor seroka hikûmetê Danîmarka bi qonaxên biçûk bi awayekî hêdî, bi baldarî û kontrolkirî tê vekirin. Xwendevanên dibistanên amedeyî (gymnasium) îsal dikarin biçin îmtîhanên xwe. Hefteya dahatî ji 15ê Nîsanê ve bexçê zarokên 0-3 salî (vuggestue), bexçê zarokên mezintir, dibistanên zarokên herî biçûk û dezgehên rojane yên [...]

By |6. april 2020|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Serokwezîr plana jinûvevekirina Danîmarkê eşkere kir

”Bi îhtîmaleke mezin emê Danîmarkê ji nû ve vekin”

"Lê emê êdî wek berê nikaribin xwe di trên (qîtar), bus û metro de nêzîkî hevdu bikin," wê got. "An jî gelek mirov gelekî nêzîkî hev bisekinin û ahengekê li gel hev lidarbixin," Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen dibêje. Ji aliyê Deniz Serinci ve Foto: News Øresund - Johan Wessman Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen di hevpeyvîneke li gel kanala DR de îşev got ku Danîmark "bi îhtîmaleke mezin" ji nû ve piştî Îda Nîsanê/zadika hêksore (Påske) vedibe. ”Bi îhtîmaleke mezin emê bi awayekî hêdî, kontrolkirî û aram bikarin Danîmarkê ji nû ve vekin," serokwezîr got. Li gorî serokê hikûmeta Danîmarke ne diyar [...]

By |5. april 2020|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til ”Bi îhtîmaleke mezin emê Danîmarkê ji nû ve vekin”

KORONA: Rênimayan bo jinên ducan

Rênimayên rayedarên Dezgeha Tendurustiyê ya Danîmarkê li dijî vîrûsa Koronayê bo jinên ducan (bihemle). Ji aliyê Deniz B. Serinci ve Ez xwe çawa biparêzim li dijî tûşbûnê? Destê xwe pir caran bişo û alkola destşûştinê (håndsprit) bikarbîne, nimûne piştî ku te destê xwe da destikên dergehî (derî), digmêyên elektrîkê û dema tu vedigerî mala xwe. Li nav qermûçeka milê xwe bikuxe û bipişke Têkiliya fîzîkî, destdan, hemêzkirin û maçkirinê kêm bike. Haya xwe ji paqijkirinê hebe Ji bilî wê tu dikarî Neçe cihên qelebalix. Veguhestina gelemperîyê bikarneyne, eger ne pêwîst e. 1.5 metir ji kesên din dûr bibe. Li zarokên kesên [...]

By |5. april 2020|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til KORONA: Rênimayan bo jinên ducan

کوردێکی ئورمیە خواردنی خۆرایی دەدا بە کارمەندانی تەندرۆستی دانمارک

کوردێکی خەڵکی شاری ئورمیە لە وەڵاتی دانمارک، خواردنی خۆرایی دەدا بە کارمەندانی تەندرۆستی دانمارک خاوەنی ئەم رێستوورانتە ناسر ئیسماعلی زادە بە ناوی ساسۆن پیززا و کەباب ھاوس وەک ھەنگاوێکی بۆ بەشداری لە بەرەنگار بوونەوەی ڤیرۆسی کرۆنا و رێزگرتنێک بۆ پارێزەرانی سڵامەتیی مرۆڤ، ھەر لە سەرەتای بڕیاری ھکوومەت بۆ قەرەنتینەی وڵاتی دانمارک ھەتا کۆتایی ھاتنی قەرەنتینە، پارەی خواردن لە: دوکتۆر، پەرەستار و شۆفێری ئامبۆلانسەکان وەرناگرێ و بردنی خواردن لە رێستوورانت ، یان سفارش کردن بۆ شوێنی کاریان بە بەلاش دەبێ https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=2782719748442977&id=184160564965588 تاکو ئێستا ٥١٧ کەس بەھۆی ھەڵگری ڤایرۆسی کۆرۆنا لە نەخۆشخانە خەوێندراون، ١٣٩ کەسیش بە ھۆی ئەم پەتایەوە مردوون سەرۆکوەزیرانی دانیمارک [...]

By |3. april 2020|Categories: Kurdî, NYHEDER, Soranî|Kommentarer lukket til کوردێکی ئورمیە خواردنی خۆرایی دەدا بە کارمەندانی تەندرۆستی دانمارک