Vexwendineke nû ji pirsa Kurd û eşkerekirina nakokiyên mafên mirovan û şerê li dijî terorîzmê di bin bandora zilhêzan de.

Ji aliyê Serbest Urmiye ve

Berxwedana gelê Kurd li Rojava, nabe tenê wekî bersivekê ji bo şerekî navxweyî an jî bertekekê li hember metirsiya li ser ewlehiyê û gefa dagîrkeran li vê beşa Kurdistanê bê dîtin. Ev berxwedan niha koregirêya  siyaseta cîhanî ye; bizavek e ku valahî û bê watebûna dirûşmên xapînok yên wekî  mafên mirovan,  şerê li dijî terorîzmê û  evlekirina herêmê  di bin siya berjewendiyên zilhêzan de dide selimandin. Piştevaniya neteweyî û yekreng ya gelê Kurd ji vê berxwedanê, nabe tenê wekî hest û  soza neteweperwerî ya demkî bê hesibandin, belkû hewildaneke bi zanebûn e ji bo vexwendineke nû ya cîhanî ji pirsa Kurd de û dengvenaeke e  li hember bêhitbarbûna pêkhate û pergala navneteweyî.

Pirsa Kurd; Ji xewlebûna dîrokî ve heta navendên nakokên cîhanî

Bi salan e ku pirsa Kurd bûye goriyê lihevhatinên veşartî, sînorên zordestî û siyaseta  bi her bihayekê evlekirina rewşa herêmekê ku navenda hevrikiya hevkêşeyên dijber ên cîhanî ye. Ev berxwedana vê carê ya Rojava, rakişandina vê pirsê ye bo navenda siyaseta cîhanî. Gelê Kurd di yek ji hestiyartirîn û girîngtirîn qonaxên herêmê de, roleke pir girîng dît. Rolek ku heya dijminên jî neçar kir ku  serê xwe li ber bitewînin. Di demekê de ku pirsgirêka DAIŞê cîhan bi ser du eniyên  berjewendîparêz  û  parêzvanên lawaz  de dabeş kiribû, gelê Kurd weke hêzeke sereke karî maziye pişta  vî dêhwê ku zilhêzên cîhanê jê ditirsiyan, bişkêne.

Lê ew serkevtina mezin, li şûna ku bibe bingeha pênaseya  siyasî û yasayî, bû emrazek ji bo bikaranînê di lîstikên di navbera hêzannde. Kurd bû  hevparê meydanî, ne hevparê siyasî û sitratejî. Di vir de ye  ku piştevaniya neteweyî ya  Kurdistanê  ji Rojava wateya rasteqîne werdigire: Şer ji bo hilweşandina wê forma  bi  emrazkirina gelê Kurd  û di hember de  sepandina  pirsa Kurd weke hebûneke yasayî û siyasî ku êdî nehê bêdeng kirin.

Mafên Mirovan; pêwereke cîhanî yan emraza siyasetê?

Hêzên mezin careke din dane xuyakirin  ku mafên mirovan li cem wan ne prensîb e, belkû parsengek e ku bi berjewendiyên wan ve hatiye helawîstin. Dema hêza Kurd DAIŞê têkdişikênin , weke  hêzeke herêmî ya bi bandor  tên pênasekirin, lê dema ku daxwaza xwebirêveberî, ewlehî û rûmeta xwe ya mirovî dikin, heman hêza bi bandor ji aliyê hin dewletan ve di weke   gef li ser ewlehiyê  tê  daxuyandin û ber bi rûyê bêdengiya  hêzên bi nav parêzvanên mafên mirovan dibin.

Piştevaniya gel ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê, vê ne serastiyê eşkere dike: Heke şerê li dijî terorîzmê rast û rewa ye, lê çima   hêza ku herî zêde qurbanî di vê rêyê de da, niha  gorî  peymanên siyasî tê kirin? Û heke mafên mirovan pêwereke yasayî ya cîhanî ye, çima bombebaran, koçberkirina zor destî û serkuta Kurdan li Rojava û Sûriyê, heta niha weke krîzeke cidî nehatiye dîtin û jê nehatiye pirsîn?

Berhingarbûna Terorîzmê; sepandina hêzê ye, ne daxuyaniya rastiyê

Yek ji aliyên herî metirsîdar ên siyaseta cîhanî,  teşqelî û pênasekirina emraziye ji  têgeha terorîzmê û guhertina wateyên wê li gorî berjewendiyan e. Di vê qumarê de, rê diçê de ku  komek ku duh hevalbendên xwedî bandor bûn, îro weke gefeke mezin bo ser  ewlehiya neteweyî  were pênasekirin. Xebata gelê Kurd li Rojava, rast di nav vê teşqelî û  fêlbaziya siyasetê de derbas dibe; ew ne tenê di çeperên pêşî yên şerê li dijî terorê de bûn, belkû bûne qurbaniyên wan pênaseyên siyasî yên nû ku hêzên mezin li gorî berjewendiyên xwe datirêtine.

Xwedî derketina neteweyî û nîştimanî li Rojavayê Kurdistanê, vê lîstika metirsîdar rûbirûyî vê pirsê dike: Gelo kê  ye ku ev meşrûiyet heye  ku biryarê bide ka terorîst kî ne? Gelo danezanîna terorîstan girêdayî  kiryar, îdeolojî û  tundûtûjiyê ye, yan tenê  di asta serîçemandinê de ye li hember daxwazên jeopolîtîk ên zilhêzan de?

Berpirsyariyeke Dîrokî; Bilindtir ji hevxemiyê

Heke ev piştgiriya ku li Rojavayê Kurdistanê tê kirin, tenê di forma meş.  daxuyaniyan û hevxemiyê de bimîne, ji bilî ku ji bihayê vê kêm dike, tu guhertinan jî li şun xwe de naîne. Girîngiya piştevaniya nîştimanî ya Kurdistanê di kêrhatîbûna wê de ye ku dikare bibe  gotareke siyasî ya hevgirtî. Gotarek  ku dikare pirsa Kurd ne wekî krîzeke ewlehiyê, belkû weke pirseke çaresernekirî ya demokrasî û mafên neteweyan bi ser cîhanê bide sepandin.

Di rastî û di dawiyê de, berxwedana gelê Kurd li Rojava, neynûkek e li pêşberî rastiyên pergala cîhanî ku xêliya mafên mirovan û berhingarbûn bi terorîzmê re li ser rûmetê sîstema cîhanî radike û eşkere dike ku berjewendî  gotina yekem dibêje. Piştevaniya neteweyî ya Kurdistanê, heke hişmendane, rexnegir  û serbixwe bidome, dikare ne tenê hêzên cîhanî, belkû hêzên Kurdî  jî rûbirûyî vê rastiyê bike: Gelo em amade ne ku pirsa xwe ji cixiza mezlûmiyetê  derxin û derbasî asta bilind a  daxwazên siyasî û neteweyî  bikin?

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer