Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê: Hêmaya Desthilatê yan çeperek ji bo berxwedanê?
Ji aliyê Serbest Urmiye ve
Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê ku bi destpêşxeriya “UNESCO“yê hatîye diyarîkirin, her sal dibe derfetek ji bo pîrozkirina pirrengiya ziman û çandên cîhanê. Di nihêrîna yekem de, ev roj weke hêmayeke menewî tê mêzekirin ji bo rêzgirtin û nîşandana hêza zimanên cuda. Lê belê dema ku bas tê ser zimanê kurdî û di çarçoveya desthilata serdest û dagîrker de tê şîrove kirin, naveroka vê rojê ji mijareke sembolîk ve derbas dibe û dibe emraz yan çeperek ji bo berxwedana çandî û nasnamexwaziya neteweyî û siyasî.
Ziman di pêgeha desthilateke sembolîk de
Di teoriya sermaye û desthilata sembolîk de, “Pierre Bourdieu“ hewil dide ku wê yekê bide pejirandin ku ziman yek ji alavên sereke yên berhemanîn û rewayî danê ye bi desthilata civakî. Heçî gava ku zimanek bi fermî tê naskirin, ev tenê nîşana rêzgirtin li çand û nasnameya axavtikarên vî zimanî nîn e, belkû bizavek e ji piştevaniyê bo zindî man û naskirina vî zimanî. Li gor vê baweriyê, Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê hêmayek e ji bo nîşandana hêza zimanên cuda; bi taybetî ji bo zimanê kurdî ku di dirêjahiya dîroka xwe de di bin zexta qedexekirin û hemû cure siyasetên bişavtin û ji holêrairinê de bûye. Meşrûiyeta navneteweî ya zimanê kurdî, heta di asta sembolîk de jî, wê rastiyê dide xuyakirin ku ev ziman xwedî hêzeke taybet û pêgeheke bihêz û bi bandor e ji bo hevrikiyê di qadên giştî de û veguhastina ezmûnên şaristanî û nîştimanî yên xwe .
Ziman, çeper ya emrazê berxwedanê
Ziman qada hevrikiyê di navbera desthilat û berxwedanê de ye. “Michel Foucault“ di wê baweriyê de bû ku desthilat tenê di sazî û rêkxistina de nahê temsîl kirin. Belkû di nava tevn û rişiyên têkiliyên civakî de xwe nîşan dide û ev têkiliyên civakî jî di her ast û qonaxekê de dikarin delîveya berxwedan û xwe parastinê biafirînin û bihêz bikin. Parastin û bikaranîna zimanê dayîkê yê kurdî di warê perwerde, wêje, muzîk û di rojeva jiyanê de, mînakek e ji berxwedana jîrane û rojane ya gelê kurd li hember siyasetên tunekirin û serkutkirina çandî û neteweyî de. Ev berxwedan, li gorî ya ku di teoriya dagîrkeriya ziman de hatîye, bertekek e li dijî bizavên wekhevkirin û yekdestkirina ziman û çandê ku hewil didin zimanê serdest bi ser zimanên dagîrkirî de bisepînin û bingehên dîrokî û çarçoveyên zanistî yên civaka dagîrkirî ji nav bibin. Zimanê kurdî di vê qadê de, êdî tenê erkê axaftin û peywendiyê nagire, di asteke bilindtir de dibe hêma û hêzeke bibandor ji bo ji nû ve berhemhanîna nasnameya giştî, veguhastina ezmûn û berxwedana li dijî desthilata serkutkar. Her gava ku axaftin, nivîsîn û fêrbûn bi zimanê dayîkê bû rêrewa jiyana neteweyî, siyasî û civakî, vê gavê civak bi kiryar di çeperê berxwedan û xwe parastinê de ye, ku encamên wê yên siyasî û civakî xuyatir û berfirehtir in ji pîlanên tunekirinê yên hêza dagîrker.
Bi hevre girêdayîbûna hêma û kiryaran
Mirov dikare Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê wekî pêvbajoyeke du cemserî ya bi hevregirêdana berdewam şîrove bike. wate Hêmaya desthilatê û emrazê berxwedanê. Ev roj di hêla fermî de, daxuyaniya navneteweyî û rewatiya çandî ye li dor zimanan; lê di asta civakî û cemawerî de, fersendek e ji bo çalakkirina hizra dîrokî, perwerdehiya bi zimanê dayîkê û nûkirina daxwazên li dor mafên zimanî û çandî. Bi taybetî di wan civakan de ku zimanê wan di bin zextê de ye yan hatîye qedexekirin, ev roj bêtirî ku bibe bîranînek di rojhejmêra salê de, derfetek e ji bo ragihandina pratîkî ya hebûnê û daxuyaniyek e ji berxwedanê.
Bi kurtî
Zimanê kurdî, di çarçoveya desthilata dagîrker de, mînakeke zindî e ku çawa zimanek dikare di heman demê de hem hêmaya desthilatê be û hem jî emraz û çeperek be ji bo berxwedanê. Di dîtingeha sembolîk de Hêza ziman di meşrûiyet û nûnertiya ziman de ye û berxwedana zimanî jî di berewamîya bikaranîn, veguhastina ezmûn û zaniyariyan û her wiha berxwedana li hember siyasetên serkutker de xwe nîşan dide. Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê, nabe tenê weke roja rêzgirtin ji firerengiya zimanî û çandî were pênasekirin; belkû divê bibe platformek ji bo naskirina şûnasên firereng û bihêzkirina civakan ji bo parastina mafê axaftin û perwerdehiya bi zimanê dayîkê. Zimanê kurdî ji gelê Kurd re tenê mîrateke çandî nîn e, qad û çeperek e ji bo fêrbûn û bihêzkirina hizra azadiyê û têkoşîna li dijî sîstem û siyasetên bişavtin û tunekirina çandî û neteweyî. berxwedan û geşepêdana zimanê kurdî û sekinîna li dijî dagîrkeran, daxuyaniyek e ku dide selimandin ku ziman her çiqas jî di bin zextê de be, ji bandor û hêza berxwedanê vala nabe.