Di civîneke bilind de wezîrê derveyî yê Danîmarkê, Martin Lidegaard ligel partîyên muxalefet rewşa dawî ya Kobanî gotûbêj kir. Lidegaard ragihand ku hikûmetê pêşniyarîya şandina çekan ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re erênî nabîne. Hefteya bihorî hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Salih Mislim Danîmarkê zîyaret kiribû û li vir ji vî welatî piştgirî û çek xwest.
Deniz Serinci
”Eger em çek bişînin ji hêzên Kurd li Sûriyeya Bakur re metirsîyeke mezin heye, ku ew çekan bikevin destên ne rast,” Lidegaard di civîneke çapemenî de got.
Di berdewamiya axaftina xwe de wezîrê derveyî wiha got:
”Eger DAIŞ li Kobanê serkeve, çekan bi gumana mezin bikevin destê wan.”
Wezîrê berê yê derveyî yê Danîmarkê, Holger K. Nielsen ji Partiya Sosyalîst a Gel (SF) rexneya biryara hikûmeta Danîmarkê kir û got DAIŞê xwedî gellek çekan e, tevî çekên pêşketî ku li Mûsilê dest danîn ser wan.
”Divê em wek welatên Ewropayê niha li dijî DAIŞê çekan bidin Kurdan, ku karibin xwe biparêzin,” Nielsen got û rexneya Tirkiyê jî kir:
”DAIŞ nêzikî sînorê NATOyê xilafetek dadimezrîne, lê Tirkiyê, endamekî NATOyê, bi awayekî pasîf bûyeran temaşe dike. Ev cihê qebûlkirinê nîne,” Nielsen ji Rûdawê re got.
Nikolaj Villumsen, endamê parlamentoya Danîmarkê bo Lîsta Yekîtiyê ya Partiya Çepgir (Enhedslisten), rexnekirina Nielsen parve kir.
Villumsen û partiya wî hefteya bihorî çekekê bi qasî 53,500 kron ($9,000) da Salih Mislim bo şerê DAIŞ.
”Rewşa Kobanî niha pirr cidî ye û bilez çek pêwîst e, eger karibin DAIŞê rawestînin. Bila em werin hewara Kobanîyê,” wî ji Rûdawê re got.
Villumsen sedema nedayîna çekan ji YPGê ji aliyê hikûmeta Danîmarkê ve jî qebûl nekir.
”Hikûmet dibêje sîleh bikeve destê DAIŞ. Çima hikûmet heta niha çek neda YPGê ku ji DAIŞê bihêztir bin?”
Li gorî wî Danîmarkê û civata navnetewî di sala 1988ê de, di dema kîmyabarana Helebcê de, de li dijî Kurdan ”îxanet kir” û niha dîsa dikin.
“Niha em xeteyên xwe dubare dikin. Rewşa sîvîlên Kobanê û Sûriyê pirr di xeterê de ye. Hewceyiya tevgerê heye.”
Hikûmeta Denmarkê beriya çend hefteyan bo lêdana DAÎŞ, heft firokên şerker yên F16 digel 250 şêwirdarên leşkerî şandin Iraqê.