ڕەوتی چارەسەری پرسی کورد لە تورکیە، چارەسەری یا مەترسی!
ئەلبورز ڕوویینتەن (Kurdistanmedia) ئەو ڕەوتەی بە ناوی کرانەوە یا چارەسەری پرسی کورد لە ساڵەکانی ٢٠١٣ەوە بە دانوستاندن لە گەڵ پەکەکە و عەبدولا ئوجەلان دەستی پێکردبوو، وێڕای هەندێ گۆڕانکاری سەرەتایی ئەرێنی لە تورکیە لە ساڵی ٢٠١٦ دوای ئەوەی کە بەیاننامەی لێکتێگەیشتن لە کۆشکی سەرۆکایەتیی دوڵمە باخچەی ئیستانبول کە لەنێوان نوێنەرانی حیزبی هەدەپە و و حیزبی ڕەجەب تەیب ئەردوغان خوێندرایەوە و هەروەها وتاری سەلاحەدین دەمیرتاش کە گوتی ئەردوغان ناهێڵین ئێوە ببنە سەرۆک، کۆتای پێهات. بە دوای ئەودا ئەردوغان ئەوجار لەگەڵ حیزبی مەهەپە، حیزبی توندڕەوی ناسیۆنالیستی تورکیە هاوپەیمانی پێکهێنا و ڕەوتێکی گوشارهێنان بۆ سەر هەدەپە و لە زیندانخستنی ئەو کەسانەی دەست پێکرد کە [...]
Serbest Urmiye: ”Soza Sadiq” sadiqtir bû li dijî gel
Ji aliyê Serbest Urmiye ve Êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê ya bi navê “ Soza Sadiq 2” li dijî Îsrayîlê ku doma siyasetên şerxwaz ên rejîma Îranê li herêm û cîhanê de ye, Di hizra rejîmê de him weke hewlekê bo nîşandana hêza leşkerî û selimandina teknolojiya xwe ya şerxwaziyê bi cîhan û nemaze Îsrayîl û dewletên herêmê jê dihat mêze kirin û him jî bi hêviya xurtkirina piştgiriya navxweyî ji rejîmê gav dihavêtin. Lê di demekê de bû ku ji ber dorpêçên navneteweyî û qeyranên aborî yên demdirêj, rewşeke pir aloz di tev aliyên siyasî, aborî û civakî de [...]
Şerê Îranê û Îsraîlê – derfeteke nû bo xurtkirina şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê
Ji aliyê Serbest Urmiye ve Piştî kuştina Îsmayîl Heniye, rêberê taqima “Hemas” li Tehranê û her wiha kuştina Hesen Nesrullah, rêberê taqima “Hizbellah” a Libnanê ku her du alî jî girêdayî bi rejîma Îranê ve bûn, ji aliyê dewleta Îsraîlê ve, rejîma Îranê careke din gefên xwe ji bo ji holê rakirina dewleta Îsraîlê xurttir kirin û ji bo ku bi kiriyar jî ji gefên xwe xwedî derkeve, di 1ê Cotmeha 2024’an û di êrîşeke berfireh a bi navê "Operasyona Soza Sadiq 2" de, 181 mûşekên balîstîk avêtin Îsrayîlê. Armanca êrîşa han gelek navend li seranserê Îsrayîlê bûn, nemaze di [...]
Rewşa Rojhilata Navînê ber bi ku ve diçe?
Ji aliyê Abdalqader Houry ve Berpirsên Îsraîl dibêjin: Em dê tolhildana xwe dijî Îranê dê çend rojan dereng bikin. Ev nûçe wateyekê dide çavdêrên siyasî ku navbênkariyeke siyasî di navbera DYA û Îsraîlê ji hêlekê ve û Îranê ve jî heye ku şer û alozî li Rojhilata Navîn û bi taybetî di navbera hevalbendên Îranê û Îsraîlê ji holê rabin. Ger ev navbênkarî neçû serî dê Îsraîlê tola xwe bi tundî hil bide. Hindek nîşan û gerên siyasî tên gerandin vê xwendina siyasî ku navbênkarî heye, zelal dike. Ji wan nîşanan; ** Serdana serokomarê Îranê Mesud Pijîşkiyan bo Sultaneta Omanê [...]
کۆڕی ئەنیا بۆ کوردستان سیمینارێکی تایبەت بە ئایینە کوردستانییەکان بۆ بەڕێوە برد
بەڕێوەچوونی سیمینارێکی تایبەت بە ئایینە کوردستانییەکان لە دانمارک ڕۆژی شەممە ڕێکەوتی ٧ سێپتەمبەری ٢٠٢٤ کۆڕی ئەنیا بۆ کوردستان سیمینارێکی تایبەت بە ئایینە کوردستانییەکان بۆ بەڕێوە برد. نێونیشانی سیمینارەکە بریتی بوو لە ناساندێک بۆ ئایینە کوردستانییەکان کە هەر یەک لە بەڕێزان، مەسعوود نادری لە سەر ئایینی یارسان، یڵماز یڵدیز لە سەر ئایین ئێزیدی و پیر لوقمان لە سەر ئایینی زەردەشتی دووان. لە بەشی یەکەمدا، هەر کام لە میوانەکان بۆ ماوەی ٢٠ تا ٢٥ خولەک باسی خۆیان پێشکەش کرد و لە بەشی دووهەمدا وەک نەریتی چالاکییەکانی پێشوومان، ئامادەدبووان بە تێبینی، پرسیار و ڕەخنە بەشدارییان کرد. شیاوی ئاماژەیە کوردانی پارچەکانی کوردستان لە کۆپنهاگ [...]
یادی ١٠ ساڵەی جێنۆسایدی ئێزیدییەکان لە دانمارک
ڕاپۆرتی یادی ١٠ ساڵەی جێنۆسایدی ئێزیدییەکان لە دانمارک لەلایەن کۆڕی ئەنیا بۆ کوردستان لە ڕۆژی شەممە ٣ی ئاگۆستی ٢٠٢٤ یادێکی گەورە لە سەر شێوەی سیمینار و ناساندنی کتێب بۆ کۆمەڵکوژی ئێزیدییەکان لە شاری برۆندبیوی دانمارک بەڕێوە چوو. یادەکە بەبەشداری ٤ پەرلەمەنتاری دانمارک، پەیامی وەزیرێکی دانمارکی و ٤ وەرزیری پێشووی دانمارک و هەروەها پەیامی ٤ پەرلەمانتاری دانمارک، وە بە ئامادەبوون و وتاری نوێنەری کۆمەڵەی ئێزیدییەکانی دانمارک و ژومارەیەکی زۆر لە کوردانی چوارپارچەی کوردستان و هاوڵاتیانی دانمارکی بەڕێوە چوو. سەرەتا پەیامی کۆڕی ئەنیا بۆ کوردستان بە کوردی و دانمارکی خوێندرایەوە. پاشان دەێنیز بەرخۆدان سێرینچی ڕۆژنامەنووس و نووسەری کوردی دانیشتووی دانمارک، سەبارەت بە [...]
Erdhej: Rewşa zarokan nebaş e
Mamoste Mustafa Ünsal tu carî erdheja 6ê sibata sala 2023an ji bîr nake. Di wê rojê de bi deh hezaran Tirk, Kurd, Ereb û hwd, jiyana xwe ji dest dan. Fotograf: Andreas Hansen Mustafa Ünsal ji Hatayê wiha got: “Ez rabûm. Ez, hevjîna min û zarokê me li malê bûn. Avahiya li hemberî me hilweşiya. Em ketine panîkê û derketin.” Li derve, mirovan hewl da ku bikevin nav otomobîlên xwe. Yên ku tirimbêlên wan tunebûn li derve li bendê man. “Hemû cihan girtî bûn. Xelk birçî bûn û nan û av tune bû. Têkiliya telefon û înternetê qut bû jî." [...]
Bijîşk: Piştî erdhejê rewş hê pir xirab e
Salek di ser erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê rewşa tenduristiyê li herêmê hîn gelek xirab e. Fotograf: Andreas Hansen Serokê Yekîtiya Bijîşkên Mereşê, ku yek ji bajarên herî zêde zirar dîtiye, Lûtfî Tiyekli wiha got: "Piraniya birînên me yên fîzîkî sax bûne. Lê travmaya psîkolojîk a piştî erdhejê hîn jî berdewam e." Li Tirkiyeyê zêdetirî 50 hezar, li Sûriyeyê jî zêdetirî 8 hezar jiyana xwe ji dest dan. “Welatiyên me bav, dayik, xwişk û birayên xwe, cîranên xwe winda kirin. Û ji bilî vê pirsgirêkên derûnî jî hene.” Di nava miriyan de gelek bijîşk jî hene. Lütfi Tiyekli dibêje, "Em [...]
Salek bi ser erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê
Salek bi ser erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê derbas bû. Zêdeyî 59 hezar kes canê xwe ji dest dan. Lê niha rewş çawa ye? Endezyar, nûnerê parêzga, doktor û rojnamevan li ser vê yekê nêrîna xwe tînin zimên. Fotograf: Andreas Hansen Çima ewqas avahî hilweşiyan? Li gorî berdevkê Odeya Endezyarên Kahramanmaraşê Ökkeş Buğra Dalkıran pirsgirêk ev in: "Em di pêvajoya avakirinê de hin xeletiyên cidî dibînin," wî got. "Ev jî pirsgirêkeke mezin e. Divê hûn agahdar bin û bi kêmanî pêşî li xeletiyên zêdetir bigirin. Ji ber vê yekê erdhej ji bo her kesê di vê sektorê dersek pir mezin [...]
Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê salvegera xwe li Kopenhagê pîroz kir
Partîya Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi boneya derbasbûna 78 sal li ser damezrandina wê ahengek li dar xist. Rapor: Sherwan Shahin Baran Bîrdoz Li Danîmarkayê, 19ê tebaxa 2023an, li bajarê Roskildeyê (30 Km rojavayî paytexta Danîmarkayê Kopenhag) Partîya Dêmokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) şahîya xwe li dar xist bi boneya derbasbûna 78 salan li ser damezrandina wê. Beşdaran ji alîyê revenda kurdî li Danîmarkayê amade bû, ji ber ku ev aheng li ba alîgirên Partîya Dêmokrat a Kurdistana Îranê weke nîşana boneyeke dîrokî tê dîtin. Ahengê bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir, paşê deqeyeke bêdeng li ser rewanê şehîdên [...]