Egera şerek giran dijî Îranê di rojevê de ye

Piştî gefên berdewam yên Îranê derbarê girtina tengaviya Hormozê, tev welatên Kendawê ketin amadebaşiyê û Amerîka û Brîtaniya jî gefa êrîşan bo ser Îranê kirine lewma egera şerek giran li dijî wî welatî di rojevê de ye. Cîgirê Serok Erkanê Îranê û herwiha Wezîrê Parastinê yê wî welatî Ehmed Wehîdî cardin gefa girêdana tengaviya Hormozê kir û wiha got:’’ Hebûna demdirêj ya Amrîkayê, ji bilî ziyan, nakokî û pevçûnan tu encamek bi xwe re nayne, lewra jî divê tavilê ji kendava Farsî derkeve û careke din venegere vir’’. Loma jî gefên vê dawiyê yê Komra Îslamî ya Îranê, Amrîka, Brîtaniya [...]

By |7. januar 2012|Categories: Kurdî|Kommentarer lukket til Egera şerek giran dijî Îranê di rojevê de ye

Piştî 96 salan ji hevjîna xwe cuda bû

Zilameke Îtaliyayî ji ber aşkera bûna îxaneteke hevjîna xwe di 60 salan berî niha de, piştî 96 salan lê cuda bû. Li gorî malperên Îtalî, dema ku Antanyou di nav nameyên kevn yên xwe û hevjîna xwe de digre, nişkê ve nameyekê dibîne ku jiyana wî ya 96 salan tevlîhev dike. Antanyou di nav nameyan de nameyekê dibîne ku sala 1940’an kesekê bo hevjîna wî şandibû, lewma bo wî aşkera bû ku wî kesî di gel hevjîna wî pêwendiya evîndarî hebûye û nameyên evîndarî bo hevdu şandine. Piştî ku mijara han di gel hevjîna xwe Rusa bas dike, wê jî [...]

By |7. januar 2012|Categories: Kurdî|Kommentarer lukket til Piştî 96 salan ji hevjîna xwe cuda bû

Celal Talebanî dahatiya Iraqnê xeterî dibîne

Serkomarê Iraqê Celal Talebanî rewşa Iraqê a niha û dahatî bi metirsîdar da zanîn û daxwaz ji aliyên siyasî kir, bi destûr û rêkeftinameyên navbera xwe pêbend bin. Li gorî Ajansa Kurdistan Talebanî di gotarekê de li ahengeke partiya Dawe li Bexdayê ku ji hêla Serokê lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî Fûad Masûm ve hate xwendin, ragihand ku xebat û berxwedana hevbeş a aliyên siyasî yên Iraqê ya raborî, karîbû bingehên dîktatoriyê bileqîne. herwiha amaje pê da ku qonaxa nû piştî vekêşana hêzên Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA) berpirsyariya  mezin dixe ser milên serkirdeyên siyasî û pêwîst e hemû alî rijdtir kar [...]

By |7. januar 2012|Categories: Kurdî|Kommentarer lukket til Celal Talebanî dahatiya Iraqnê xeterî dibîne