Serdar Şerîf Sindî

Herçende kurd wekî netewe û wekî serkirdayetî ya syasî herdem hawsuzî û hawxemî ya xwe bu hemî serpêhatên mêjuy ku bi serê hawulên ” şî’e” di pêvajuya mêjuy hatîye, hawsuzî yek hawbeş beramber bi kurd li naête berçav. Wellat, rêkixrawên syasî li rujhelata naverast li gur belgenameyên ber dest, hîç kat mafê dewllet bun ji buy gelê kurd rewa nedîtîne. Karesatên mêjuy ku bi serê gelê kurd hatîne û ew nehametyên ku ji alî sîstem  û welatên rujhelata navîn ku musilmanin bi serê kurd hatîne, kêm û bi degmen hatîye dîtin lu ji alî hendek kesayetyên ruşnibîrên musilman ve keftibîte ber rexne û îdane krin. Yas balkêş ku li vê derê heye, rewangehên hawbeşên bra musilmanên me li vê rujhelata naverast, çi j hkumet, rêkixraw û çi jî kesayetyên dînî bît, hemî yan rewangehek hawbeş heye sebaret bi şurş û bzavên rizgarîxwazên kurd. Hîç kat dan bi mafdarî ya gelê kurd nehatîye dayn wekî ” neteweye serbixwe, xawen mêju, zman kultur û cuxrafî yayek taybet”, hawkat, hîç kat da bi vê yekê nehatîye dayn ku kurd mafdare ku wekî hemî welat û neteweyên musilman bbîte xawen ” dewlletek serbixwe”. Katê kêşe tête ser babetê amaje pêkrî, dehul lêtêe dan, ku ” em”, wate kurd jî, musilmanin û pêwîste li djî dujminên hawbeş ku mebest, ” kafran”, di têgehîştna layenên ulî bi taybetî şî’e, kafr wate ” mesîhî û cuhî yan”, sereçaveya dîtnek weha jî mêjuy ye, nek lujîkî û eqlanî ye, ku li ser bnema û rewangehek rast hatbîte drustikrin.

Cihê serence, heman kes û layen, ku bas ji musilman bun dket, li kuy derê zulmek li musilmanekê bête krin, dê dengê xwe blind ken, ku musilman li hawara wan wern. Min nevêt musilmanan tawanbar bkem, bem min ez li djî eqlî yeteka weha me, ku li mlekê neteweyek wekî kurd ” dçewsînît, ji nav dbît, mafê wî dxut û dan pê nannît”, bes hawar dket ji buy hawdînek dî li welatek dî. Heman layen, mafê gelê flistîn dzanît ku bbîte xawen dewllet. Hewl ddet ku kurd jî bbît û bket beşek ji pruseya djayetî ya ‘erebî musilman li beramber îsraîl, bes wî nevêt ku dan bi mafê gelê kurdê muslan bdet, bbîte xawen dewllet!!! Li vê derê pirsyarek tête pişçav, û bi rastî min di babetekê da li sala 2003 li rujnameya xebat û evru têşk xistî ye ser vî babetî: bû kurdan herame û bu wan helale. Lê bnêrn alaya îsraîl li paytexêtê çendîn welatên erebî û musilman hlawsîtî ye, erê kes pris naket, buçî kurd vê hêzê nadet xwe ku bi aşkere dan bi hindê bnît belê, em amadene peywendî li gel îsraîl drust bkeyn, me tris ji v yekê nînnin. Bi dîtna min katê hindê hatîye kurd rewangehek runu vekrî sebaret bi vê yekê hebît. Herêma kurdistanê li syaseta xwe ya neftê hemî hewlan ddet ku şkest bi syaseta nefta êraqê bînît, û di vê bwarî da serkeftin bi dest ve înaye û nuke kumpanyayên meznên cîhanê dvên li herêmê şul bken û nek li bexda, ku bi dîtna gelek ji şarezayên bwarên syasî û sitratêjîka herêmê ye. Ez li ser vê bawerême ku berdewam bun li ser vê syaseta nefta herêmê, dê wel bexda ket ku li hember syaseta nefta herêmê çuk vedet.

Serencrakêşe, hemî bangewazên ku îmam û layenên şî’e beramber bi herêm û kurd radgeynên, hîç kesek û layenek nînin û rexne jê bigrin û li hember dîtên weha dujminkar û şerixwaz rawestin. Li vê derê gumanek li dev min ê kurd tête dirust kirin, ku bi rastî şî’e hewlên cdî ddet ku şerek çekdarî li hember herêma kurdistanê bket û ji buy vê jî li delîve û şruveyek mêjuy dgerît da ku şer’î yet bdet bi destipêkirna şerê çekdarî li hember herêma kurdistanê.

Celaledîn sexîr kuendamê serkirdayetî ya ballay encumenî îslamye – îmamêkî şî’e: tawanekanî kurd debête hoy derkewtinî îmamî mehdî-  ku îmamek şî’e bi nav bange li nav şî’an destipêşxerî ya dîtin û şroveyek weha krî ye. Şroveyek ku amaje bi derkevtna îmam mehdî dket û egera dernekfetna ” îmam mehdî” jî bu  hebuna ” kurd” li êraqê dzanît. Rêkeçareserî di hindê daye ku êraq şerekê çarenussaz li hember herêmê bket û dawî bi kurd bînît û di gel vê dawî pêhatnê jî dê ” îmam mehdî”, ew îmamê ku dehan sedeye şî’e çaverêne, dê zivrîte ser erdê û edalt û yeksanî dê bu mirovayetî desteber ket.

Cihê amaje pêkirne, li serdemê şerê êraq û êranê, ji buy ku şî’e û sîstema syasî ya îranê şer’îyetek dînî bdete berangar bun li hember hêrşên êraqê, heman şroveya mêjuy û zulma ku li şî’an hatîye krin wekî bnema û flesefeya berangar bun li hember êraqê daye dyar krin. Heman bangewaz jî hebu ku bi serkeftna îranê dê îmam mehdî zivrîte ser erdê û dê edalet û yeksanî bu mrovayetî deseteber bkat. Şer xal û 24 sal bi ser ve derbas bun, bes tiştek dyar nebu. Heman syaset jî nuke ji alî şî’an ve li hember kurd tête amadekrin. Pêngavên syasî yên kurd wekî ” tawanî kurd leser zewî û le’îraq ” tête destinîşan krin. Û ev jî dbîte huy drust buna ” şer di navbera kurd û êraq” û mehdî jî dê derkevît. Heman îmam amaje bi hindê dket ku” dway şî’e munherîfekan take hêzêk ke îmamî mehdî cengyan legell bkat kurdekanin”. Serencrakêş ewe ku ev zate wekî li pêşî amaje pê hatîye krin, gelê kurd mafdar nabînin bi hindê ku xawen dewlletek serbixwe bin. Belku ptir xema mayna rjîma esed dxun. Hawkat jî gelek başe amaje pê bête krin, kîjan exlaq û ‘urfê dînî heye ku dîfa’ ji dîktaturekê bket ku buye egera kuştin û ji navbrana hezaran kesan! Aya îslam vê yekê qbul dket, pirsyarekê grînge ku pêwîste arastey sexîr û hawpeymanên wî bête krin. Li duhaykî da dbêjît: kewtinî rjêmî surya karîgerî debêt lewey kurd serbexoyî bedestibhênêt”. Înşallah dê ev tête dê, û renge li wê rujê jî dlê gelek kesan ji lêdanê rawestît, bi taybetî ewên li hîvî ya hatna pîruzî yanin.

Babetê serî, derbirîna bîrurayên nivîserê babetî ye û nivîser ji hebu buyeran berpirse.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer