Berîya çend rojan, berîya çaremîn salvegera Fermana Komkujîya Êzîdîyan a 74’an li Şingalê, romana nivîskarê navdar Ezîzê Gerdenzerî,romana bi navê “Çiyayê Şengalê“, li paytexta Ermenîstanê, li Yêrêvanê, ji alîyê Weşanxana Spica, hate weşandin. Roman 460 rûpel e. Rêdaktorê romanê dîroknas û nivîskar Yilmaz Yildiz e.

Roman pêşkêşî bîranîna wan hemi cangorîyên Ferman û Komkujîya Êzîdîyan a 74’an li Çîyayê Şingalê (03.08.2014-2017) û Jenosîda Ermenîyan di Împeratorîya Osmanîyan de (24.04.1915-1923), ku bi şêweyên hovane hatin kuştin, hatîye kirin.

Her komkujî, li dijî kûjan ol û netewê jî bê, ji alîyê nivîskar ve tê şermezar kirin.

Romana li ser Çîyayê Şingalê, di salên 2001 – 2002’an de û li ser bingeha lêkolînên dîrokî hatîye nivîsandin. Nameyên mezinên êzîdîyan û ermenîyan ên olî (salên 1908-1923’an), berhemên dîroknasên navdar bûne bingeh û esasê nivîsandina vê romanê.

Şexsîyetên sereke ên romanê, ji xeynî keç û lawên êzîdîyan, her wiha egîtên ermenîyan û aşûrîyan, qehremanên kurdên misilman, general û serbazên îngilîz, serheng û ofîserên alman ên topavêj in.

Çend beşên vê romanê li ser rûpelên malpera me û her wiha jî rojname û malperên din: Riya Teze (rojname), 04.01.2002. Avangard (rojname), 03.10.2001. Êzdîxane (rojname), hejmar 4, 2002,  www.ezidi.dkwww.yeziden-colloquium.dewww.malaezidiyan-berlin.net, hatine weşandinê.

Romana Çîyayê Şingalê di derbarê mirohêzî û mirovperwerîya êzîdîyan, mêrxasîya êzîdîyan û dilsozîya êzîdîyan de ye.

Di romanê de hatî dîyar kirin bê bi çi awayî êzîdîyên Çîyayê Şingalê û Çîyayê Meqlûb li Welatê Şêx, di dema komkujîya mesîhîyan/xaçparêzan de, xasma a ermenîyan (24.04.1915-1923) di dema Împeratorîya Osmanîyan de, jîyana bi hezaran însanên xaçparêz rizgar kirine.

Di romanê de tê gotin bê bi çi awayî êzîdîyên Qeza Şingal û Qeza Şêxanê, bi serokatîya Îsmaîl Begê, Meyan Xatûnê û Hemoyê Şero artêşa xwe çêdikin. Îsmaîl Begê û Meyan Xatûnê xwendin û nivîsandin ji bo êzîdîyan helal kirin (lê tenê xwendina di dibîstanên xaçparêzan de). Bi emek û keda Îsmaîl Begê û Meyan Xatûnê, di Mîrgeha Êzîdîyan a li Mesopotamîya jorîn (Herêma Kurdistanê) de, heta roja îro jî li ser darê pîyan ma ye.

Di romanê de tê gotin, ku berîya 100 salan, piştî Şerê Cîhanê ê Yekemîn, peywendîyên di navbera êzîdîyan û kurdên misilman de baş û ber bi xêrê ve diçûn. Şêr û egîtên êzîdîyan, êdî 100 sal e, ku bi serokatîya Mala Mîrên Êzîdîxanê, di nav Tevgera Azadîxwazîya Kurd û Kurdistanê de cîyên xwe digirin.

Di romanê de herweha di derbarê erf û adetên êzîdîyan, dîroka êzîdîyan, Ola Êzîdayetîyê de jî hatîye nivîsandin û agahdarî hatine dayin.

Beriya 100 salan, piştî Şerê Cîhanê ê Yekemîn, pirsa devereke aram, pirsa avakirina otonomîyê ji bo êzîdîyan derdikevê holê. Îngilîzan jî, fransîyan jî dixwestin ku devereke aram ji bo êzîdîyan bê ava kirin. Lê gelo çima pirsgirêka êzîdîyan wê demê nehat çareser kirin?. Hunê bersiva vê pirsê jî, dema ku hun romanê bixwînin, bizanibin û fêr bibin…

Perçebûna xaka êzîdîyan, derbederbûn û belavbûna êzîdîyan û berxwedana êzîdîxanê, heta roja îro jî mixabin her berdewam e.

Ola êzîdîyan a kevnar, civaka êzîdî a qedîm, niha li ber dergihê hebûn û tinebûnê sekinî ye. Ola êzîdîyan, civaka êzîdî pêwîstî parastinê ye.

Ji xeynî vê romana Çîyayê Şingalê, li Ermenistanê, li Yêrîvanê, ji aliyê Weşanxana Spica, her wiha pirtûkeke din a nivîskar Ezîzê Gerdenzerî a bi navê “Sûrên û Bîco” (novêl û serpêhatî) jî, hatîye çap kirin. Pirtûk ji 71 rûpêlan pêk tê. Di vê pirtûkê de novêlek û 9 serpêhatî hatine weşandin. Novêl di derbarê azadîxwazekî ermenî Sûrên û seyê wî Bîco de ye. Di dema hilweşandin û kavilbûna Yekîtîya Sovyeta Berê de û destpêka tevgera azadîxwazîya li Ermenistanê, Sûrên seyê xwe Bîco jî li gel xwe dibê  nav tevgerê.  Bîco ji dola seyê bêhnê ê sînorparast, Avçarka Almanî  bû. Bîco pirr caran jîyana xwedîyê xwe, her wiha jî her du hevalên wî ên êzîdî, Eylaz û Şalîko, rizgar dikê… Pirranîya serpêhatîyên din jî di derbarê sa û mirovan de ye.

Ezîzê Gerdenzerî ronakbîr, helbestvan, nivîskar, dramanûs û wergêrekî kurdî ê navdar ji Ermenistanê ye û di eynî wextî de jî doktorê zanîyarîyê ye di hêla bijîşkîya emelîyatê de. Ew di sala 1960’an de dest bi karê afirandarîyê dikê. Heta niha çar roman, sê şanoname (pîyês), du pirtûkên weregeran, pirr novêl, destan, helbest û serpêhatîyên nivîskar hatine weşandin. Di sala 2015’an de weşanxaneya Lîsê a li Amedê dest bi çapkirina hemû berhemên Ezîzê Gerdenzerî dikê û 2 pirtûk êdî hatine çap kirinê. Heta niha gelek berhemên nivîskar hatine wergerandin ji bo zimanê rûsî, ermenî, almanî û danîmarkî. Herweha jî heta niha gelek çîrok û nivîsên nivîskar di kovar, malpêr û rojnameyên kurdî de hatine weşandinê.

Dr. Ezîzê Gerdenzerî di sala 1997’an de dibê endamê Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê û di sala 2005’an de jî dibê endamê Yekîtîya Nivîskarên Danîmark. Ji sala 2007’an de jî cihê xwe di nav Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark de girtîye.

Yilmaz Yildiz

Redaktorê

Bahzani.net/kurdî

22.07.2018

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer