Weşanxana Gyldendal, beriya çend rojan, pirtûka nivîskar û rojnamevanê kurdî-danîmarkî  Denîz Berxwedan Serincî “Hêsîra li nav DAÎŞ de” çap kir. Pirtûka nivîskarê ciwan û xwedî marîfet derbarê êrîşa teroristên DAÎŞ ya 03.08.2014an li ser Qeza Şengalê de ye. Pirtûk derheqa Fermana Komkujiya Êzîdiyên ya 74an de ye.

Pirtûk serpêhatiya keça êzîdî Ghalîyayê  ye. Ghalîya  keçek ji 7.500 keçên êzîdî bûye, ya 03.08.2014an, damê êrîşa teroristên DAÎŞ li ser Şengalê, wek hêsîr dikeve li nav dest û lepên îslamîstên bêxwedê ú xwînxwar. Nivîskar bi hostatî û bi dilşewatî qise dike ne ku tenê serpêhatiya Ghalîya, lê wisa jî li ser hîm û bingeha agehdariyên li ber destên xwe, ew derbarê neheqiyên li cîhana me de rû didin dinivîse.

Di peyva destpêkê de Denîz Serincî dibêje: “Êrîsa DAÎŞ li ser Şengalê û êzîdiyan, bû sedem ku Ewropa Rojava bi pêşîkêşiya Amerîkê cardin vegerin Îraqê û bikevin li nav şer”. Gelo eger ne Komkujiya Êzîdiyan bûya, koalisiyon(hevalbendî)a dijî terorê nedihat damezirandin?

Gelo çima dewr û zemanan de desthilatdarê cîhana me tim wisa xemsar bûne? Eger beriya 100 salan, rê pêşiya Komkujiya Ermeniyan bihata girtin, 1,5 mîlyon ermenî wê nehatina kuştin. Eger beriya 70-75 salan, rê pêşiya Holocaustê bihata girtin, wê 6 mîlyon Yahûdî nedihatina kuştin û hwd.

Gelo desthilatdarên Îraqa Federal û Herêma Kurdistanê, wisa jî desthilatdarên Ewropa Rojava û Amerîkê nizanbûn, ku DAÎŞ wê êrîşê bibe li ser Qeza Şengalê û êzîdîyan? Gelo çima destên pêşmergeyên erk û wezîfeya wan parastina Şengalê bû çekên kem û bêkêr bûn, lê destên teroristan de çekên nûjen û modêrn bûn?

Gelo çima pêşmergeyên erk û wezîfeya wan parastina Şengalê bû, bê berxwedan ji Şengalê deketin? Gelo çima navbera sê salên piştî komkujiya êzîdiyan ya nû, ne Îraqa Federal û Herêma Kurdistanê, ne Ewropa Rojava û Amerîkê, ne dezgehên merivheziyê û parastinê yên navnetewî ji bo Şengala birîndar û şengaliyan tu tişt nekirin? Gelo çima rojî îroyîn jî dinê alam axxîn û zarîniya êzîdiyan nabihê?

Axxîn û zarîniya êzîdiyan li destê terorîsten DAÎŞ de dîtî, Denîz Serincî bi xemxurî û dilşewatî qise dike. Avtor wisa jî bi hostatî qise dike derbarê  mêrxasiya lawên êzîdî û dilovaniya keçên êzîdî. Abû Şûya jîr û jêhatîbûna xwe dide xebaê ji bo rizgarkirina wan keçên êzîdî yên destê terorîstên DAÎŞ de bûn. Ew piştî 03.08.2014an li tev  hogirên xwe, bi nepenî, bi awayîkî veşartî, diçin Raqqa û Dêr al Zorê.

Ewan pir keç û bûkên êzîdiyan rizgar dikin. Ghalîya  dilovan beriya êrîşên dijmin, çar xwîşk û birayên xwe yên sêwî xwedî dike û dide xwendinê. Ew dema hêsîriyê û piştî rizgarbûnê, destê xêrxwaziyê û xemxuriyê dirêjî her kesî dike yên hewcê alîkariyê û piştgiriyê bûn.

Pirtûk bi zimanekî delal û zelal hatiye nivîsar, bi hêsanî tê fehmkirin û tê xwendin.  Pirtûk bi dilşewatî hatiye nivîsar, lema li nav her xet, her hevokê de, dengê êş û giriyên keçên êzîdî, yên bibûn hêsîrê îslamîstên zalim, qey bêjî tê bihîstin.

Zarîna Çiyayê Şengalê û êzîdiyan qey bêjî dikeve guhên te, dema ku tu pirtûka Denîz Serincî “Hêsîra li nav DAÎŞ de” dixwînî. Agehdariyên dîrokî yên derbarê êzîdiyan de, nivîskar bi rêkûpêk analîz dike û şirove dike. Denîz Serincî di vê berhema xwe ya hêja de, civaka danîmarkî derbarê dîroka êzîdiyan ya tije xwîn, feleka êzîdiyan ya xayîn û lawên êzîdiyan yên mêrxas û dilovan agehdar dike.

Pêşgotina pirtûkê nivîskar û rojnamevanê danîmarkî yê naskirî Anders Jerichow nivîsîye.

Em dil û can nivîskarê ciwan û xwedî marîfet pîroz dikim, serkeftin, serfiriyaziyê û destkeftinên nû ji wî re dixazin.

Ezîzê Gerdenzerî

09.11.2017

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer