Serî de ”JIYAN.DK” valahîya medya kurdî bi zimanê danîmarkî, bi formek cûwan û rêkûpêk wê valahîyê, li Danîmarkayê  tijî dike.

Mustafa Kaplan

Ev serê xwe serbilindîyek e, ji bo kurdên li Danîmarkayê , elbet ev serbilîndî pirranî  ya kesên rêvebirin malperê ne.

JIYAN.DK qasî ez dişopînim, malperek bê layan e. Jibo her kurdekê vekirîye, her kurdek bi hêsanî dikare dîtin û ramanên xwe binivîsi û dîyar biki. Ev serê xwe derfetek  mezin e, jibo her kurdê li Danîmarka dijî.

JIYAN.DK pira navber  civaka kurd û civaka Danîmarkayê de. Û bala civaka Danîmarka dikêşi ser pirsgireka kurd û wan ser pirsgirêkê agadar dike. Ev kar serê xwe diblomasîyek e. Bi min JIYAN.DK vî karî de serkevtî ye û cihê pesnê ye.

Wek din JIYAN.DK  beşê sosyal (wek;panel-semîner..)de ji  gelek calek e. Salekê de ser mijarên gelek berkevtî ravesîya. Wek; polîtîka Tirkiyê beranber kurdan û YE(Yekîtîya Ewrupa)-rewşa zimanî kurdî-û rewşa alevîtî li Tirkiyê û ser gelek mijarên din ji civîn pêk anîn.

JIYAN.DK rîya kurdan li hevdu naskirinê ye, û rîya kurdan nêzîkirna hev e ji. Ji bo wê pêdivê kurdên Danîmarka xweyî li wê malperê derkevin û bidin jîyandin.

Ez bi navê xwe karê we pîroz dibînim, hîvîdikim her roja dibûre hun û malper xort û hêztir bibin.

De fremførte synspunkter står for afsenderens egne regning. Debatindlæg sendes til debat@jiyan.dk. Debatindlæg må ikke indholde injurierende eller racistiske kommentarer. Redaktionen vurderer dit indlæg og forbeholder sig ret til at forkorte det. Husk at sende et billede af dig selv sammen med indlægget.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer