Ugens digt tilhører journalist, digter og forfatteren Jan Pêt Khorto, en kurdisk flygtning fra Syrien, som kom til Danmark i maj 2009.

Qêrîna rûmetê (1)
Ez im
– Ew keça got –
Ew bi xwîna keçaniya xwe
Dikim eşîran bi navê rûmetê
Cengan bînin înan

– Ew keça got –
Ez im
Ew bo evîneke qedexekirî
Xwîna bejna sedan
Bi navê rûmet ê
Dikim cengan bibin înan

– Ew keça got –
Ez im
A bo şalekî, cilekî, an bo ramusanekî
Kuştarin bê rengî, bes a sor
Weke cengen -bin navê rûmetê- dikin înan

Ez im
Ew keça
Yan şapa dîroka jinatîyê
Weke zihêrekî bi sed salan
Ji bav û kalan da di dilê xwe da vedişêrim

Ez im
A mîna dara zeytûnê
Û ax û ava genimê welêt, xwidanekî digerim

– Ew keça bi min re got
Berî rûya xwe dike di rîya rûyê xudan –
Xwîna şehîdan jî rûmete
Xwîna pelên darên papîran jî rûmete
De bila bikin
Ew cengên sermedî
Bo navê ew rûmeta çavkanî jî
Bi sed salan bînin înan.

Gotinên ji ber deriyê xewnan (1)

Were
Were…lê bê dûman
bigire ew deriya xeyalê bê ziman,
Were..û ji bîr meke
te çawe şemal û çiraxê xewnan bi hesta xwe yan xemgînî vêdixistin,
…were…were
bu ev çirvandina bi laşê jiyanê darin bavê min ketî bi dawî bibe
bu ev hestin mizgînî
bu desmalê serê dîlanan
bu sazin tembûran
bu ax û dar û ba û av
bu min û te
û bu ew kesa ji me û te ê bibe berdewamî
were…û jibîr meke
tu dengê Ayşa şanê bi xwe ra bîne
Were
û metirse…çiyan û ezman zarokin,çem û golan hinî keçîndarin
were
û metirse…ew lêvin surgulan li benda hungivê buharê tene
were …
û zanibe…ew hestin sed salan di sîngê min û hezaran da dikele
zanibe ” lê xwidayê çand û dîrok û heft ezmana”
ew sirûşin xwedayên din hinî ne gîştina xaniyên me
ew bîrin gundan, wan li ser çiyanan belav bîne, ne mirine
…ew evîn li benda te ye
ew keç û xort li benda te ne
ew kal û pîr û bê xwidan li benda te ne
ew..ew..
(Rabe ji xew..Rabe..dem sibe bu)

21/08/2010 Ringsted, Denmark.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer