Kurdiske sangere, heriblandt Dîno, Diyar, Kawa, Xelîl Xemgîn, osv. har skrevet et brev til de franske myndigheder med en appel om, at de ikke ”ofrer Roj-TV på grund af storpolitiske interesser.”

Erklæringen lyder sådan:

”Biryar ne hiqûqî, rûreşiya hevkariya li dijî nirxên gelan e.

Di demekê de ku hukumeta AKP bi kirinên xwe yên teroristî,bi komkujiyên spî ku rojnamevan, rewşenbir, siyastmedarên kurd davêje zindanan, bi komkujiyên sor, ku nimuneya wê, kuştina 35 xortên kurdan bi destê artêşa AKP, bi me faşizma 12 eyluna 1980 ku bi hezar kurd hatin girtin u kuştin, dide jibîrkirinê, li şûna ku Dewletên yeketiya ewropa ku xwe xwediyê mafê mirovan dibînin, li dijî vê helwesta faşizane rawestin û Tirkiyê hêşiyar bikin, mixabin bi her awayî piştgiriyê dikin.

Biryara dawi ku eutelsat di der heqê ROJ TV de daye, wekî ku em wê ne hiqûqî dibînin, weha jî em wê weke perçeyekî ji şerê li dijî kurdan dibînin. Her weha ev biryar ne ya şirketekê li hemberî kanala Televizyonekê, lê belê em wek hevkariyekê, di serî de Fransa, ya yeketiya ewropa, bi tirkiyê re, li dijî azadiya ramanê dibînin.

Eger ku Yekîtiya Ewropa û di serî de Fransa dixwazin, kurdan bikin qurbana berjewendiyên xwe, em vê yekê şerekî heşkerê li dijî hebûna kurdan dibînin.

Pir watedare û ne cara yekê her ku biryarek li dijî tirkiyê ji ewropa derkeve, wê bi rengeki ji rengan êrîşê kurdan bêkirin. Di dema dawi de, perlemana Fransa li ser pirsa ermeniyan biryar da, têkiliyên wan bi Tirkiyê re tevlihevbûn, loma jî, ji bo ku bêhina Tirkiyê freh bikin, ev biryara ku em wê weke hevkariya rûreşiyê li dijî nirxên gelan dibînin,şermazar dikin, dibêjin ku emê nehêlin gelê me êdî bibe qurbanên siyaset û berjewendiyên gemar.

Bi sedê salan çand,huner,ziman û stranên me hatin qedexekirin,bi hezaran stranên me hatin dizîn û kirin malê Tirkan, Roj Tv deriyê me yê herî rewa bû ku me karibû rurşiya dewleta tirk derxista navê, gemara wê ku li ser çanda me danîbû, bi riya Roj tv me çanda xwe paqijdikir. Çand ziman û strana me ku ji hêla Dewletê ve hatibû talankirin, wendakirn, me bi riya Roj tv ew civand, nujenkir û disa bi orjinaliteta wê pêşkêşî gelê xwe dikir. Gelê me bi Riya Roj tv, ziman û çanda xwe ya orjinal naskir.

Di demekê de, ku hemû çapemeniya Tirkan bi hemû beşên xwe ve, weke saziyê şerê taybet li dijî kurdan dixebitin, nûçeyên derew, çewtkirna rastiyan û li gori faşizma AKP tevgerkirina wan, deri tenê yê rastiyan roj tv bû, loma jî girtina roj tv ji akp re hesreta herî mezin bû. Herî dawi kuştina 35 kurdan bi istxbaratên Heronê ku berhemê NATO ne û fransa ji endama wê ye, li Şernexê ku ne ji Roj TV ba, belki heya niha ji ew xort weke gerillayên pkk bihatina bi navkirin, ser wê buyera dijbimirovahiyê bihata nuxumandin. Ji ber ku roj Tv rureşî û terora dewletê li ber çavan radixist,hedefa yekemin ya faşizma akp bû.Loma ev biryar weke piştgiriya herî mezin a siyseta AKP di fetisandina kurdan de ye.

Em bang li hemû saziyên çandî, hunerî, ragihandi dikin ku piştgiryê bidin Roj tv,li dijî vê biryarê derkevin. Ev biryar suceke li hemberî ramana azad.Li dijî rojnamegeriya azad û li dji çanda azad e.

Em weku civata hunermendên Kurd, li dijî van komployên hêzên kedxwer û mêtinger, li hemberî gelê me, bang li gelê xwe dikin ku ji bo roja me tarî nebe, em her deverê bikin qadên berxwedanan. Her weha zulim û zordariya dewleta tirk û hevkarên wan ên navnetewî, bi nefret şermezar dikin!.

Xelîl Xemgin, Seyîdxan, Hekim Sefkan, Diyar, Peywan Arjîn, Kawa, Cewad merwani, Şemdîn, Xemgîn Birhat, Merdan Zirav, Ali ikizer , Memet yapiştiran, Memet Gul, Zozan, Eylem, Sosin, Kewê, Sîpan Xelat, Roj Alî, Xebat Şaker, Abas Ahmed, Şêro Betê, Xemdar, Dîno, Maruf, Dilo Doxan, Mehmet Navdar, Amed, Zozan Zudem, Nuarîn, Bêrîvan, Sara, Bêrîvan Arîn, Kawa Urmiye, Nîzar Yousef, Kawa Şêxê, Kerîmo, Amele, Remo Can, Kemal Cezlan, Mazlum, Eser, Cafer Aydoğan, Kamuran, Zuhêr Cemîl, Fehîm sazbend, Hejar Temo, Abdubaset Darî, Hunermendên Platforma Êzîdiyan, Siyamend, Önder Denîz, Axîn, Bengî Agirî, Ronî, Serdar, Canê, Semy, Şengûl, Şiyar Mînzur, Hozan Aydin, Semyan Adar, Sîmar, Welat, Cömerd, Şarik Apo, Dilovan, Hekîm, Armanc, Gürsel Dayan, Huseyin Çifçi, Qadrî Zana, Keder, Alan, Şehzad”

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer