Di anketa malpera Jiyan.dk de ”Ji kîjan stranbêjê Kurd zêdetirîn hez dikî?” hunermendê bi nav û deng Şivan Perwer bû yekemîn.

Evîn Tetwan Kilicarslan

Nêzîkî 30.23% kesên ku beşdarîbûn anketê, dengên xwe dan Şivan Perwer. Duyemîn Zekerya bû (12,79%), ji kurdên Başûrê û sêyemîn ji bû Çopî (11,63%), stranbêja jî Başûrê.

Xwendevanên Jiyan.dk’ê mirov dikaribû ku dengên xwe bidin 14 stranbêjen ji her çar perçên Kurdistanê.

Bes, çima Şivan Perwer ewqas populer e? Me ev pirs kiriye:

– Gava em biçûk bûn û me gelek guhdarê stranên Şivan Perwer dikir, û ew dibiya sedemek ku em jî dixwest bibin pêşmerge, Hejar Deştî dibêje. Hejar xwendekarek ji Urmiye ye û li Danîmarka dijî.

– Tesirê Şivan Perwer ser gelê kurd de gelek heye. Him mûzik him ji şexsiyeta wî gelek bi quwete/hêja ye e, Canê dibêje. Ev kurdê Konya ye û li Danîmarka dijî.

– Mûzika Şivan Perwer ji stranbêjên din ên kurd cuda ye û ji bo Kurdan sembolek navnetewî ye, dibeje Perwîn Berdîzî. Ev xwendekarek ji Urmiye ye û li Swêd dijî.

– Ger mirov Kurdên li her çar perçên Kurdistanê bipirse, dîsa Şivan Perwer wê bibe yekemîn. Çima? Ji ber ku Sivan her gav her çar perçen diparêze her wiha ziman û çanda kurdî li hemû cihanê temsîl dike bi perfomans û dengê xwe yê xweş, Erhan Basmaci dibêje. Erhan ji herêma Amed de lê niha li Batman jiyana xwe berdewam dike.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer