Navenda Lêkolînên Kulturî ya Navneteweyî UKAM’ê li 13 bajarên kurdan li ser pêvajoya aştiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd rapirsînek çêkir. Piraniya kesên tevli rapirsînê bûne Ocalan û Erdogan weke aktorên sereke dibînin. Kurd dixwazin perwerdehiya bi kurdî bê dayîn û welatîbûna wekhev pêk bê.

Di rapirsînê de bi 2 hezar û 985 kesî re hevdîtin hatin kirin. Encamên rapirsînê li Amedê ji aliyê akademîsyen Doç. Dr. Îlhan Kaya û hevalên wî ve hate aşkerakirin.

Li gorî agahiyên ku Kaya dan, ji sedî 84 kesên tevli rapirsînê bûne baweriya xwe bi pêvajoya çareseriyê tînin. Ji sedî 68 bawer dikin hikûmet di mijara çareseriyê de jidil e. Ji sedî 77.69 dibêjin heke Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bixwaze dikare pirsgirêkê çareser bike. Ji sedî 68.9 Erdogan weke aktorê sereke yê dewletê dibînin. Ji sedî 73.33 jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke aktorek dibînin û dibêjin heke Ocalan bixwaze dikare çekan bi PKK’ê bide danîn.

Di rapirsînê de pirsa “Gelo kîjan gav bêne avêtin dê pirsgirêka kurd çareser bibe?” hate kirin. Ji sedî 41 perwerdehiya kurdî, ji sedî 34.4 ji PKK’iyan re efû, ji sedî 24.71 jî xweserî nîşan dan. Her wiha ji sedî 62.8 “welatîbûna wekhev” weke riya herî baş a statûyê nîşan kirin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer