Endamekî Polîtburoya El-Partî eşkere kir ku li Rojavayê Kurdistanê 78 kadroyên partiya wan ji aliyê PYD-ê ve hatine girtin, berpirsekî PYD jî amaje bi wê yekê dide ku sedama girtina wan kadroyan ew bûye ku li Herêma Kurdistanê perwerdeya leşkerî dîtine û bi awayê neyasayî vegeriyane rojava.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Siud Mela ji rojnameya Basê re got ku çend roj dibe 78 kadroyên wan ji aliyê PYD-ê ve hatine girtin û wiha axifî: ‘’Ew dibên me ew kes azad kirine, lê ne wiha ye, ew karê han jî binpêkirina rêkeftina Hewlêrê ye û herwiha dijî karê hevbeş e di nav Desteya Bilind a Kurdî de ku ji aliyê partiyên Kurdî yên Sûriyê ve hatiye pêkanîn.’’

Siud Mela tekez kir ku li gor rêkeftina Hewlêrê hemû alî di mesela kar û çalakiyan de wekhev in, lê belê PYD dixwaze her ew bi xwe serdest be. Lê belê Nûnerê PYD-ê li Herêma Kurdistanê Cafer Enan ji Basê re got ku wan hejmareke zêde ya kadroyên El-Partî azad kirine.

Cafer Enan wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Ew kadroyên han bi rêyên qeçax û grup-grup vegeriyane Rojavayê Kurdistanê, vêna jî guman bo asayişê çêkiriye û ji bo lêkolînê hatine girtin. Lê belê wek mêvan danûstandin ligel wan hatiye kirin, ne wek kesên girtî. Gumana wê yekê ji wan kadroyan hatiye kirin ku li Herêma Kurdistanê perwerdeya leşkerî dîtibin û vegera wan bi rêya qeçax jî ev gumana han zêdetir kiriye.’’

Derheqa wan tohmetan de jî Endamê Polîtburoya El-Partî Mela Siud got: ‘’Perwerdekirina kadroyên kareekî hizbî û asayî ye û ger hêzeke serbazî were pêkanîn em ê sûdê ji wan kadroyan werbigirin. Herwiha kadroyên me eşkere hatine û eşkere çûne, ger çûn û hatin û perwerde ji bo me qedexe be, divê wê demê ew qedexeya han bo hemû aliyan be, ne tenê ji bo kadroyên me.’’

Li gor çavdêrên siyasî, li Rojavayê Kurdistanê ger kar û bar her wiha birêve herin, şîdet, girtin û revandin berdewam be, egera derketina şerê navxwe zêde dibe û dibe ku di navbera hêzên Kurdî de şer derkeve.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer