Nivîskarê tirk Cengiz Çandar di quncikê xwe yê roja 25ê Kanûnê yê rojnameya Hurriyet û Radikalê de rolê siyasî yê Serokomarê Îraqê Celal Talabanî, têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Îraqê, helwesta Amerîkayê û Tirkiyeyê nirxand.

Çandar herwiha cih da hevpeyvîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di kovara amerîkî Time de hatiye weşandin. Çandar nexweşiya Talabanî bi bîr dixe û derbarê rolê wî yê erênî yê di navbera Kurd û Ereban de wiha dibêje, “Eger serokkomar Talabanî nebe, wê Kurd girîngiyê nedin vê postê û piştî Talabanî wê Kurd daxwaza serokkomariyê nekin û navbera wan û Malikiyê ku ber bi dîktatoriyê ve diçe, vebe.ˮ

Çandar cih dide hevpeyvîna Nêçîrvan Barzanî û wiha dibêje: “Eger kesekî bibe xwediyê rûmeta têkiliya xurt a navbera Tirkiye û Kurdistanê, ew kes Nêçîrvan Barzanî ye.ˮ Çandar di dawiya gotara xwe de diyar dike ku Herêma Kurdistanê her diçe ji Îraqê diqete û dibêje, “Benê ku wan bihevdû ve girêdide eger biqete, Kurdistana serbixwe çêdibe.ˮ Çandar di dawiyê de gotinên Barzanî bi bîr dixe ku gotiye, “Ji bo serxwebûnê pêwîstiya Kurdistanê bi pesendiya welatekî cîran heyeˮ û wiha dibêje: “Hemû rûdan vê yekê nîşan didin. Li herêmê Kurdistaneke serbixwe bi pesenda Tirkiyeyê û piştgiriya Amerîkayê mimkûn e.ˮ
Rudaw

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer