Bi merema nirxandina rewşa siyasî ya her çar parçeyên Kurdistnê, jiyan.dk semînarek li bajarê Kopênhaginê birêve bir ku hejmarek zêde kes têde beşdar bûn.

Diyar Molayî

Di semînara han ku peyamnêrê jiyan.dk û çend berpirsên din yên jiyan.dk beşdar bûn, her yek ji Martin Selsøe, rojnamevanê rojnameya politiken, Yildiz Akdogan, parlementera berê ya Parlementoya Danmarkayê û Mehmet Umit Necef, mamostayê zanîngeha Hursuns axaftina xwe pêşkêş kirin.

Her yek ji wan mêvanan di axaftina xwe de basê hewkêşeyên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê kirin û egera damezirandina dewletî Kurdistanê di dema dahatî de anîn ziman. Herwiha wan zêdetir basê rewşa niha ya bakurê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê kirin.

Di dawiyê de mêvanên semînarê ku zêdetirî 100 kesan dibûn, bi pirsên xwe beşdarî semînara han bûn.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer