Di encama berxwedana gel de hêzên artêşa Tirkiyê yên ku li ser sînorê bakûr û başûrê Kurdistanê li pêşiya gerîlayên PKKê kom bibûn û bi wan re şer kiribûn, vekişyan.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, li devera Qilabana Şirnexê li gundê Roboskî ku ser sînorê navbera başûr û bakûrê Kurdistanê ye, duh (03.06.2013) di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê yên ku vedikşyan başûr de pevçûn derket.

Piştî ku xelkê deverê bûyera han bihîstin, ber bi cihê pevçûnê ve meşiyan û heta îro (04.06.2013) sibê li girê Kurçalê nobedarî kirin û li pêşiya tankan rûniştin û nehîştin hêzên tirk derbasî ser gir bibe û pêşiya gerîlayan bigire.

Ji berê vê yekê hêzên artêşa Tirkiyê neçar man vekişin û gerîla jî ber bi başûrê Kurdistanê ve birêketin.

Di şerê duh ê navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de, efserekî tirk birîndar bibû.

Ji aliyekî din, fermandehiya artêşa Tirkiyê gerîlayên PKKê bi destpêkirina pevçûnê tohmetbar kiribû.

Tê zanîn, hêzên PKKê ji roja 8ê Gulana îsal ve dest bi vekişîna ji Tirkiyê kirine û heta niha nêzîkî 10 komên gerîla gihîştine başûrê Kurdistanê.

Cara yekê ye ku ji piştî agirbesta yekalî ya PKKê ku roja 23ê Adara îsal hatiye ragihandin, di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û PKKê de şer û pevçûn derdikeve.

Heta niha tu daxuyaniyek fermî derheqê bûyera han de nehatiye dayîn.

Şeva 28ê Kanûna 2011ê, li cihê ku îro (03.06.2013) şer derketiye, balafirên Tirkiyê li gundiyên Roboskî dan û di bûyerê de 34 kes hatin kuştin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer