Şandekî aliyên siyasî û civakî yên kurd li Danmarkayê di gel Ozlem Çekîc Parlamentera Kurd ya di Parlementoya Danmarkayê de civiyan.

êvareya îro li ser daxwaza navbirî şandek ku nûneratiya hizb û aliyên siyasî û civakî yên kurd li Danmarkayê dikirin û peyamnêrê jiyan.dk jî amade bû, li Parlamentoya Danmarkayê di gel Parlamentera lîsteya SF Ozlem Çekîc civiyan û çend biryar bo kar û xebata dahatî dan.

Di destpêka civînê de Birêz Ozlem basek kurd li ser armanca pêkanîna civînê kir ku zêdetir ji bo nêzîkkirina aliyên cuda cuda yên kurd li Danmarkayê ye.

Herwiha çend biryar hatin dan ku yek ji wan pêkanîna lêjneyekê ji bo ku kar bikin di dema bê de civînekê li ser Enfal û Helebçeyê di Parlamentoyê de pêkbînin. Ji aliyekî din biryar hat dan ku sala bê newrozê di Parlamentoyê de pîroz bikin.

Diyar Molayî

 

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer