Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî bi tundî êrîş kire ser Amerîkayê û diyar kir ku ew dê rêya xwe berdewam bikin.
Di axaftinekêd e ku di TVyên fermî yên Îranê de belav bû Elî Xamineyî destnîşan kir ku ew tu car nakewin bin bandora Amerîka û welatên Rojavayî û cezayên wan jî çi ji rewşê naguhere û dê karên xwe berdewam bikin.
Ev axaftinên Xamineyî di demekê de ne ku Amerîka û welatên Rojavayê rêketine li ser dûrpêçkirina petrola Îranê û ji ber hindê jî berpirsên Îranê gefa daxistina tengaviya Hormozê kirine û welatên Erebî jî xwe bo êrîşa ser Îranê amade kirine.
Hêjayî gotinê ye ku ji ber dûrpêçên ser Îranê rewşa aboriya wî welatî gelek dijwar bûye û niha pereyê Komara Îslamî gelek bê nirx bûye û dibe ku rewşa han bandoreke gelek nîgetîv li aboriya Tehranê bike.