Piştî qedexeya bi dehan salan, îro li Rojavayê Kurdistanê bi sedan dibistanên bi zimanê Kurdî vedibin. Li bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo, li gundekî 130 zarokên Ereb hînî zimanê Kurdî dibin.

Hîmo gundekî Qamişlo ye, ku hêzên rejîmê hînê lê heye. Herçend hêzên ser bi Beşar El Esed lê be jî, bajarê Qamişlo ji aliyê Konseya Gel a Bajêr ve tê rêvebirin.

Sazî dezgehên rêveberiyê yên li bajêr hatine avakirin, hebûna rejîmê pûç kirine.

Li dibistanên li Hîmo, zarokên Ereb hînî Kurdî dibin. Xwedenkara bi navê Asya El Hiseyn dibêje, heta ew vî zimanî hîn bibe ewê navberê nede dersan û zarokeke din a bi navê Yasmîn El Eyyad jî tîne ziman, ku malbata wê ji bo hînbûna zimanê Kurdî ew şandiye dibistanê.

Yasmîna biçûk dibêje, “Ji bo ez karibim bi hevalên xwe yên Kurd re biaxivim, ez hînî Kurdî dibim.”

Di çarçoveya Kembera Ereb de zimanê Kurdî ji aliyê rejîma Beisê ve bi dehan salan li cihêkariyeke dijwar re rû bi rû ma. Perwerde, weşand û muzîka Kurdî hatin qedexekirin.

Li dû raperîna Sûriyê ku ji meha Adara sala 2011’an destpê kir, Kurdan lez dan xebatên xwe yên xwebirêvebirinê. Perwerde û Hîndekariya bi Kurdî jî di vê çarçoveyê de bi pêş ket û li herêmên di bin kontrola Kurdan de belav bû.

Saziya Zimanê Kurdî ya di sala 2012’an de vebû, pêşengiya perwerdeyê dike. Li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên Kurd lê dijîn, bi sedan dibistan hatin vekirin û ji bo kêmasiya mamosteyên li van dibistanan dersan bidin çareser bikin, xebat hatin xurtkirin.

Li gel xebatên perwerdeyê, rêxistinên civakî yên sivîl bi awayekî awarte zêde bûn, ji bo hêsankirina jiyana li gundan kooperatîf hatin avakiirn, ji bo rêveberiya bajaran konseyên gel û hejmarek zêde komîte hatin damezrandin.

Rudaw

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer