Yekîtiya Suryaniyên Cîhanê-SUA bi nameyekî fermî ji rêvebirên rejîma Turkiyê xwest ku, qedexeya ji ser şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş rakin û rê vekin ku karîbe li derveyî welêt tedawiyê bibîne.

SUA di nameya xwe de bal kişand ser xebatên şaraderiya SURÊ yê pirçandiyê û anî zimên ku Demirbaş gelek xebatên hêja kirine, kesek wisa dive bê westan derkeve derve û tedawiyê bibîne.

Name ji serokomar, serokwezîr, wezîrê karê derve yê Turkiyê û berpirsên mafê mirovan yê yekîtiya Ewropa û Yekîtiya Netewan re hate şandin.

EuroKurd News

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer