”Komîsyona Aştiyê” li Stockholmê ava bû û endamên wê di rêvebiriya rêkxistinên ”Meclîsa Aştiyê”, ”Kurdocide Watch-CHAK”, ”Konseya Aştiyê ya Swêdê” û ”Komîteya ji bo Mafê Mirovan yê Kurdan” de jî kar dikin.

Hevpeyvîn: Gabar Çiyan & EuroKurd News

Komîsyonê, di rêzecivîna dawiyê, di gel beşdarên civînê, di dema hilbijartina Turkiyê û Bakurê Kurdistanê de, biryara piştgiriya ”Bloka/Eniya Ked, Azadî û Demokrasiyê” dabû.

”Komîsyona Aştiyê” ji bo piştgiriya blokê hetanî roja hilbijartinê, kampanyek îmzeyan dabû destpêkirin. Duhî, hejmarek metropolîtên nasdar anku rêvebirên rûhanî yê gelê Suryanî, hejmarek ronakbîr, tucar, avukat, xwendevan û partiyên siyasî yê Asurî/Suryaniyan beşdarî kampanyayê bûn.

”Partiya Guhertina Demokratîk ya Mezopotamyayê-MDDP” jî yek ji wan partiyan e ku, beşdarî kampanya piştgiriya ”Bloka/Eniya Ked, Azadî û Demokrasiyê” bû. Me, bi kordînatorê giştî yê partiyê Yaşar Küçükaslan re axifî û wî nêzîkbûna Suryaniyan li ser blokê nirxand. Em hevpeyvîna pê re pêşkêşî we dikin.

– Erol Dora bi eslê xwe Suryanî ye û ji devera Mêrdînê weke namzetê BDP ê hate nîşandan. Berendambûna birêz Dora û nûnertiya wî li Ankarayê ji bo we tê çi wateyê?

Yaşar Küçükaslan: BDP bi salan e ji bo avakirin û fireh hizirkirina demokrasiyê têkoşînê dike. Namzêt nîşandana Erol Dora ku nijad Asuri/Suryani/Kildani ye ji bo parlamentoyê, îşaret û delîla pêşketina vê demokrasiyê ye. Her wisa rêvebiriya BDP ê hîs û fikrên xwe li ser gelê Suryanî jî eşkere kirin, anîne holê. Ev gav eşkere nîşan dide ku herdu gel dikarin bi hev re gelek kar û xebatên cewaz bikin. Em weke partî, bi vê biryara BDP û berendametiya birêz Dora pir kêfxweş bûn û ji me re bû kaniyek moral ê. Bi qasî xuyanî dike, gelê me jî bi vê biryarê pir kêfxweş e.

Ji dema avabûna Komara Turkiyê hetanî niha, gelê me ji tevayê mafên demokratîk bêpar hatiye hiştin. Cara yekem, ji gelê me kesek dibe namzetê parlamentoyê. Gelê me dê karîbe pirsgirêkên xwe, bi rêya nûnerê xwe, bi nasnameya xwe û bi saya ”Bloka/Eniya Ked, Azadî û Demokrasi”yê, bi normên demokrasiyê di parlementoyê de bihêne zimên. Giring e ku mirov li ser bingeha demokrasiya giştî kur bibe û çareseriyan peyde bike. Bi kinahî, namzêt nîşandana kesekî ji me, nirxek dîrokî ye ku pêşkêşî gelê me yê Kedîm hatiye kirin.

– Rêvebirên ruhanî yê Suryaniyan, ronakbîr, kardêr û partiyên we yên polîtîk, bi rêya kampanya îmzeyan ya ”Komisyona Aştiyê” ji bo piştgiriya ”Bloka/Eniya Ked, Azadî û Demokrasi”yê beşdarî kampanya îmzeyan bûn. Beşdarbûna we weke partiyek siyasî di vê kampanyayê de tê çi wateyê?

Yaşar Küçükaslan: Nirx û wateya kampanya ji bo piştgiriya blokê, li cem gelê me pir bilind e, pirsek giring e. Em piştgiriya “Bloka Ked, Azadî û demokrasi”yê dikin. Baweriya me ew e ku, bi rêya dîtinên blokê dikarin pirsgirêkên gelê me, gelên din û problemên civakî çareser bibin. Em weke partiyek bi demokrasiyê bawer, bloka demokratîk nêzî xwe dibînin. Lewma em ê piştgiriyek piralî pêşkêşî xebatên blokê bikin. Bi vê rêyê dê mecal û xurtkirina hevkariyê û yekîtiya bi gelên ku em bi hev re dijîn pêk were.

– Roja hilbijartinê nêzîk dibe. Peyama (Mesaj) we weke partî ji bo birayên me, gelê Suryani li Turabdîn û bajarên Turkiyê çi ye?

Yaşar Küçükaslan: Banga me ji gelê me li Turabdîn û Turkiyê ew e ku, di hilbijartinê Hazîranê de piştgiriya namzêtê xwe birêz Erol Dora û blokê bikin. Piştgiriya Dora tê wateya azadiya xweîfadekirinê ya bi bi ziman, bawerî, çanda me û mafên me yê siyasî,  ji bo rexnekirina helwestên şaş yên li hemberî gelê me û eşkerekirin û nirxandina sucên însanetiyê ku li dijî me pêk hatine û mehkumkirina wan bi rêyên demokratî ye.

Sedema herî giring ya piştgiriya me ew e ku, bi salan e li Mezopotamyayê şer heye. Ji bo ku şer raweste, ciwan neyên kûştin, hêstirên dayikan nerêjin û nalîna wan bi dawî were, Kurd, Turk û gelên din di nava aştî, hizur, ewlekarî û demokrasiyê de bijîn, em piştgiriya blokê dikin. Dema mirov bixwaze nirxê bide însanetiyê divê piştgiriya demokrasiyê bike.

Partiya Guhertina Demokratîk ya Mezopotamyayê-MDDP:

Demek dirêj di bin navê insiyatîfa demokratîk ya Asuri/suryani/Kildaniyan de kar û xebatên xwe kirin û çalakiyên cewaz li Torê û welatên Ewropayê pêk anîn. Rêyên aştiyê û baweriya çareseriyên demokratî ji xwe re bingeh girtin. Ji 2009 an de weke partiyekî siyasî xebata xwe didomînin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer