EU-chef Jose Manuel Barroso kræver overfor den kurdiske organisation CHAK bedre vilkår overfor Syriens kurdere (på kurmancî-kurdisk).

Çavkanî: CHAK Dokumentation Center – EuroKurd News

Dezgeha mafê mirovan ya li dijî jendosîdê Kurdocide Watch-CHAK di meha adarê de, rêvebirên Yekîtiya Ewropayê-EU, Serokê Neteweyên Yekbûyî-The SecretaryGeneral of the United Nations û Welatên Endamê Neteweyên Yekbûyî ya Konseya Ewlekariyê-United Nations Security Council li ser ”buyerên Suriyê”, ”xetara jendosîd kirina Kurda li rojavayê Kurdistanê” şiyar kiribû û ji wan hatibû xwestin ku ”tedbîrên pêwîst bigirin”.

Serokê Komîsyona Ewropayê Jose Manuel Barroso, bi nameyekî spasiyên xwe gihand cigirê serokê giştî yê CHAK ê Gabar Çiyan û kordînatorê CHAK Rojava Azad Heyder ji bo rapor û nameya wan ya li ser navê CHAK ê.

Bersiv, ji aliyê aqilmendê dîplomasiyê ji daîreya taybet ya Barosso, Paulo VIZEU PINHEIRO hate şandin.  PINHEIRO dîtina serokê komîsyona EU wisa formule dike.

”Birêz Çiyan û Heyder,

Serokê Komîsyona Ewropayê Jose Manuel Barroso ji min tika kir ku, ez spasiyên wî bighêjînim we, ji bo nameya we li ser rewşa Kurdên di bin desthilatdariya rejîma Suriyê de ne.

Weke ku di rapora we de jî tê qalkirin, rewşa eqaliyeta Kurd li Suriyê têra xwe bi problem e, bi taybetî nenaskirina Kurda bi fermî ji aliyê dewleta Suriyê ve, pirsgirêkek mezin bû. Serokomar Esad, di 7 ê nîsanê de dekrêtek ji bo pejirandina hemwelatîbûna Kurdên li herêma Hesekê îmze kiribû. Divê mirov di pratîkê de bibîne ku dekrêt dê çi guhertina bi xwe re bîne. Diyar e ku dekrêt tenê hejmarek sînorkirî ji gelê Kurd li Suriyê hemêz dike.

Yekîtiya Ewropayê-EU çavdêriya pêşketin û xwenîşandanên gelerî li Suriyê, ku beşek ji beşdarên wê ji eqaliya Kurd e, ji nêz ve dike/dişopîne. Em, ji ber bikaranîna zext û şîdeta eskerî ya artêşa dewleta Suriyê li dijî xwepêşandanên aştiyane ku di encamê de kûştin, seqetmayîn û girtin pêk hat, pir bi xemgîn, di endîşe û taswasê de ne. Kirinên wan nikare bê pejirandin.

Yekîtiya Ewropayê, li dijî şîdeta wan, bi biryara Ambargoya çek, rawestandina navgînên şîdet û zextê, qedexeya seyahatkirin, blokekirin û cemidandina tevayê mecalên (hebûna aborı) mesûlên şîdetê, bersiv da. Di lîsteya kesên mesûl de, navê nas, xizm, alîgir û hevkarên serokomar hene. EU difikire ku, tedbîrên wisa li dijî rêvebirên herî bilind li Suriyê, li gorî pêşketinê, firehtir û mezintir bike. EU bi biryar e ku, ji bo daxwaziyên gel pek were û polîtîka rêvebiriya Suriyê bê guhertin, alîkariyê bike.

Divê li Suriyê, rez û hurmet ji bo xwepêşandanê aştiyane hebe. Divê rêz û hurmet ji mafê mirovan û mafê bingehîn yê azadiyê ji bo tevayê hemwelatiyan û Kurdan, bê nîşandan, û ev maf bêne garantî kirin.

Bi silavên dostaniyê.”

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer