Nexweşiya Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş lê giran dibe. Divê tedawiya wî li derveyî welêt pêk were. Lê qedexeya dadgeha Turkiyê rê li ber digre ku derkeve derve.
Dezgeha Mafê Mirovan Kurdocide Watch-CHAK ji bo ku qedexeya li ser Demirbaş rake, demek e kampanya xwe di gel dezgehên hevkar, “Komela li Dijî Jenosîdê li Frankfurt”ê û “Komîteya Piştgiriyê ya Demirbaş” dide domandin.
Navenda CHAK ê, di vê çarçoveyê de nameyek taybetî gihand Serokê Komîsyona Ewropayê Jose Barroso. Duhî bersiva Komîsyona Ewropayê, li ser navê navenda CHAK ê, ji Cîgirê Serokê Giştî Gabar ÇIYAN re re hate şandin. Bersiv, ji ”Meseya Giştî ya Firehbûna Ewropayê” hatiye şandin û ji aliyê Serokê Beşê, Jean-Christophe FILORI hatiye îmzekirin. Kurtasiya name wisa ye:
”Birêz ÇIYAN,
Gelek spas ji bo nameya te ku di 17 tebaxê re ji Serokê Komîyonê Barroso re hatibû şandin. Wî ji min tika kir ku bersiva te bidim.
Di nameya xwe de, hûn, xemgîniya xwe ya li ser siheta Demirbaş û qedexeya Turkiyê li pêşiya derketina wî, dihênin zimên.
Em dixwazin tu bi me bawer bike ku, em ê pirsê di forumên pêwîst de bihênin zimên û balê bikşînin ser rewşa wî.”
CHAK Dokumentation Center – www.kurdocidewatch.net