Peşxa televîzyon û radiyo ya Rûdawê îro bi fermî dest pê kir.

Amadekarî û rahênana ekîp û karmendên Tora Medyayî ya Rûdawî îro berhem da û piştî malper û rojnameyê, Rûdaw TV û Radiyo Rûdaw jî îro saet 17:00 bi awayekî fermî dest bi peşxê kirin.

Rûdaw TV û Radiyo Rûdaw dê 24 saetan nûçe û agahiyên nû ji hemû deverên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bikin.

Di destpêka peşxê de, raporek li ser çawaniya pêkhatina Rûdawê û rahênana karmendên dezgeha Rûdaw hat nîşandan, her wiha beşek ji axaftina rêveberê giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ku li bajarê Silêmaniyê di konsêrta danasîna Rûdawê de pêşkêş kiribû, hat belavkirin.

Televîzyona Rûdawê dê îro saet 18:00 yekemîn bûltena nûçeyan belav bike.

http://rudaw.net/Live.aspx?pageid=8265

Her wiha Radiyo Rûdaw jî dê saet 18:00 dest bi peşxa nûçeyan bike û li hemû beşên Kurdistanê xelk dikarin guhdar bikin.

http://rudaw.net/Live.aspx?pageid=8267

Tora Medyayî ya Rûdawê ji televîzyon, radiyo, heftename ya çapa Kurdistanê (soranî), heftenameya çapa Ewrûpa (kurmancî), mehnameya Le Monde Dîplomtique, mehnameya Rûdaw ji bo zarokan, heftenameya werzişî, malper û medyaya civakî (facebook, twitter, youtube) pêk hatiye.

Ev jî frekansên Rûdawê li ser hêlên fezayê ne:

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer