Encûmena Kurdên Suriyê duhî, ji bo ku qedexeya dadgeha Amedê ya derketina derveyî welêt ji ser şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş rabe name ji serokomarê Turkiyê Abdullah Gul re şand.

Encûmena Kurdên Suriyê li Swêdê-EKSS li Swêdê di destpêka hezîrana 2004 an de li bajarê Uppsalayê hatiye damezirandin. Nûnertiya Kurdên Suriyê li Swêdê dike, têkliyên xwe bi Kurdên rojavayê welêt re, li welatên cewaz re datîne, û raya giştî li ser rewşa Kurdên rojava agehdar dike.

Encûmena Kurdên Suriyê, ji bo mafê mirovan yê Kurda hejmarek xebatên guhanbiha pêk aniye û li Swêdê bi çalakiyên xwe yên erênî tê nasîn.

Encûmena Kurdên Suriyê duhî, ji bo ku qedexeya dadgeha Amedê ya derketina derveyî welêt ji ser şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş rabe, û mecalê Demirbaş ji bo tedawiya nexweşiya wî li derveyî welêt pêk were, name ji serokomarê Turkiyê Abdullah Gul, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Edaletê Sadullah Ergin re şand.

EKSS ê, di nameya xwe balê dikşînin ser siheta Demirbaş û ji rêvebirên Turkiyê tê xwestin ku, qedexeya li ser rakin û rê ji bo çûna Demirbaş ya derveyî welêt vekin.

CHAK ê bi nameyekî spasiyên xwe gihand rêvebirên Encûma Kurdên Suriyê, ji bo helwêsta wan ya giranbuha.

Weke tê zanîn, ji organîzasyonên Kurdên rojava, Rêxistina Ewropa ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê jî berî bi demekî kin piştgirî dabû Demirbaş û ji bo rakirina qedexeya li ser gavên pêwîst avêtibû.

CHAK

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer