“Pêta Evînê” helbesta Bengîn Sulîvanî ye. Ew îro li bajarê Odensê dijî.

Bengîn Sulîvanî bixwe Zaxokî ye. Ji gencatîya xwe dest bi karê polîtîk(ramyarî) kir. Li sala 1986-ê karê wî yê çekdarî dijî rejîma Baas dest pêkir. Li 1988-ê derbederî Turkîya bûye piştî xopana jehrawî. Bengîn Sulîvanî hîngê biryara rawistandina karê polîtîk da û derçoye bo Danîmark.

Pêta evînê

Ji taxa me û wêve
Min can dît bû bi rêve
Got lawo zibe xitête me
Di yarbe ji evro wêve

Guriya agirê evînê
Kefte dilê min zînê
Min di navda ne sojîne
Ji te re pawanim lijînê

Gelek tên min bixwazin
De îba bên min narazin
Çav dane zêr û pe ra
Dê min bizor din zordarin

Tama vînê nizanin
He ri perde li ser çavanin
Me ju kê wan pirr je nigî ye
Le wi ra e û dil kovanin

Çend bêjn gotina e û
Ne şên duyirken dila e û
Pêta evînê lawo
Kefte can û cerga le û

Kurdistan – Dihok

پێتا ئه ڤينێ

::::::::::::::

ژ تاخا مه و وێڤه

من جان د يت بو ب رێڤه

گۆت لاوۆ زبه ختێته مه

د ياربه ژئه ڤرۆ وێڤه

::::::::::::::

گوريا ئاگرێ ئه ڤينێ

که فته د لێ من زينێ

من د ناڤدا نه سۆژينه

ژته ره پاوانم لژينێ

::::::::::::::

گه له ك تێن من ب خووازن

ده يبا بێن من نارازن

چا ڤ دانه زێر و په را

دێ من بزۆر د ن زۆردارن

::::::::::::::

تاما ڤينێ نزانن

هه ر په رده لسه ر چا ڤانن

مه ژکێ وان پڕ ژه نگی يه

له ورا ئه و د ل کۆڤانن

::::::::::::::

چه ند بێژن گۆتنا ئه و

نه شێن دويرکه ن د لا ئه و

پێتا ئه ڤينێ لاوۆ

که فته جا ن و جه رگا له و

:::::::::::::::

کورد ستا ن >>>> د و هۆك 18.03.1986

Bengîn Sulîvanî

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer