Stranbêj Nizamettin Ariҫ bang li hunermendên Kurd dikin: ”Kurdên Sûriyê alîkariya Kurdên ji parҫeyên din dikin. Lê em alîkariya wan nakin. Bila herkes bilez ҫalakiyan amade bikin ji bo kurdên Sûriyê.”

Nivîskar: Deniz Berxwedan Serinci

Hunermendê navdar ê Kurd, Nizamettin Ariҫ ji bo kurdên Sûriyê daxuyanîyek weşand.

Ariҫ endîşeyên xwe li ser bûyerên Sûriyê û Kurdistana Rojava tîne ziman:

”Îro li Sûriyê trajediyeka gelek mezin di rojevê de ye. Desthilata Baasê her roj bi zêdetir xwînrijandina gelê Sûriyê ve hovîtiya xwe carek din dîyar dike. Di demek nêzîk de ev rewşê bê guhartin, Beşar Esad û desthilata Baasê wê ji Sûriyê bê dûrxistin. Gelo em Kurdê di vê rewşguhartinê de bikaribin kîjan maf û berjewendiyan bidestxin? Ev pirs ji bo hemû Kurdan pirseke gelek girîng e.”

Ariҫ wisa berdewam dike:

”Kurdên Sûriyê alîkariya hemû Kurdên ji parҫeyên Kurdistanê dikin. Lê belê em nikarin bibêjin ku Kurdên ji perҫeyên din jî îro, di vê roja wan a teng û dijwar de bi heman hesasiyetê alikariya Kurdistana Sûriyê dikin.”

“Em bi projeyên hunerî dengê xwe bilind kin”

Li gor dîtinên Ariҫ pir pêwiste, ku herkes bilez ҫalakiyan amade bikin ji bo kurdên Sûriyê.

”Divê Kurdistana Sûriyê biserkeve; ji bo vê jî pêwist e ku em bi hevra kar û xebatan bikin. Têkҫûneka Kurdistana Sûriyê wê bibe têkҫûna me hemûyan!”

Ariҫ bang li hunermendên kurd ên din dike ku bi tevayî bi projeyên hunerî yên Kurdistanî û azad dengê xwe bilind kin.

”Werin, em bi hevra piştgiriya tevgera giranbuha a Kurdistana Sûriyê ya ku bi rêberiya ciwanên Kurd de dimeşe bikin. Werin, em ji bo ciwanên xwe û azadiya xwe stranan amade bikin. Werin, em ji bo pêşdaҫûyîn û berfirehkirina ҫand û hunereke netewî gavan bavêjin.”

Wek ”Feqiyê Teyran” hatiye naskirin

Nizamettin Ariç hunermendekî kurd e, li Agirî ji dayik bûye. Bi navê Feqiyê Teyran hatiye naskirin, lê belê navê wî yê rastîn Nizamettin Ariç e.

Ji ber ku ew di sala 1979 de li Agirî konserekê bi zimanê Kurdî pêşkêş kiriye, ji televîzyona dewleta Tirk, TRT hatiye avêtin. Di sala 1979-1980 bi navê Feqiyê Teyran albûmên “Bêrîvan”, “Dîlan” û “Diyarbekir” çêkiriye.

Di sala 2008 de bi wesîleya Kongreya Yekemîn a DKAF (Komela Karderên Kurd-Danîmarkî) Danîmark ziyaret kiriye.

Albûma dawîn a Nizamettin Ariç, “Azadî” (2011):

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer