Rêkewta 7 î meha gulanê heyetêke çar kesî bi nûnerayetî li layan komîteya partîyên Kurdistanî û Federasyona Komelên Kurd li Danmark  bi pê qerara demekê berî niha ku li ser rewşa mafê mirov li Îran bi giştî û Kurdistan bi taybetî seredanî parlamanî Danmark kirin.

Heyet bi layan komîsiyona pêwendîyên navneteweyi li parlamana Danmark bi serokatîya berêz Per Stig Møller wezîrî dereweyi pêşû li danmark û bi beşdarîya zorbeyi endamanî komîsiyon pêşwazî li wan hate kirin.

Got û bêja heyetê mêvan paş behseke kurt li ser pêkhateyi neteweyî Îran û fermanrewaya tenê neteweyekê bi ser neteweyên din pirjaye, ser rewşa nalebarî mafê mirov li Îran bi drêjayî temenî rêjîmî komarî îslamî û serincî endamanî komîsiyonî bo layi girtin, eşkence, zîndanî û darda krina sal bi sal zêdetir çalakvanên siyasî, ferhengî û komelayetî ser bi netewên bindestê Îranî rakêşa.

Got û bêja heyeta kurdî behsê beşêk ji nehametîyên gelê kurd li maweyi temenî Komarî Îslamîda kir û îşare bi kuştina zêdetir li 50 hezar hevwlatîyên sivîl û 7 hezar pêşmerge lew maweyeda kir.

Tewerên dî beşên din yên got û bêja heyeta kurdî, zaniyarî li ser zîndanîyên siyasî yên kurd bi gişitî û bi taybetî li ser ewaneyi kû hukmê idama wan derketîye bû. Kuştina kolberanî kurd tewerêke din yê behsan bû.

Heyeta kurd demekê berî çavpêketinê li gel komîsyonê bi nameyekê ve serincî endamên komîsyonê ji bo têweglana Komara Îslamî, dam û dezgehên wê bi firoştin û belavkirina madeyên hoşbir li Kurdistan rakêşabû. Li ser ragirtina yarmetîya darayî ya Danmark ji bo programa bi naw pêşgîrî li belavbûna madeyên hoşbir ya Komara Îslamî Îran sipasî hukumeta Danmark kir û bi helwestekî erênî zanî.

Heyeta kurd daxwaz li parlemana Danmark kir ku ewa li mecalê wan da ye bi kar bînin, ji bo ragirtina kuştina zîndanîyan  bi gişitî û bi taybetî zîndanîyên siyasî yên li Îran da. Li dawîyê da bersiva  pirsiyarên endamên komîsiyonê hate dayîn.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer