Yekîtiya Doktorên Kurd Li Swêdê-KLS zêdeyî 300 endamên xwe hene û di cîhana bijîjkî de bi xebatên xwe yên giranbuha têne nasîn.

Nexweşiya şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş lê girantir dibe. Divê tedawiya wî li derveyî welêt pêk were. Lê dadgeha Amêdê qedexeya derketinê daniye ser wî. Dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch, di gel komîte û dezgehên piştgir, ji bo rakirina qedexeyê demek e xebatê dikin.

Rêvebiriya Yekîtiya Doktorên Kurd li Swêdê, bi destpêka kampanyayê re, pirs ji nêz ve taqîp kirin û têkilî bi CHAK ê re danîn, agehdariyên pêwîst girtin. Rêvebiriya KLS, ji bo rakirina qedexeyê, ji Serokomarê Turkiyê Abdullah Gul re nameyek taybetî şandin.

Name bi giranî balê dikşîne ser nexweşiya Demirbaş û dema tedawî nebe, encamên dikarin pêk werin ronî dike. Wisa dibêjin di nameya xwe de: ”Bi Demirbaş re nexweşiya xwînê heye ku genetîk e. Dema tedawî nebe, dikare bi xwe re tesîrên neyênî bi xeter pêk bihêne û bibe sedema mirinê. Ji bo kifşkirin û rêya tedawiya nexweşiyên wisa, mixabin e ku, navendekî diyar li cîhanê tune ye ku bersivê bide. Lewma divê bi zûtirîn wext qedexeya li ser Demirbaş rabe û rêya tedawiyê vebe .

Navenda CHAK ê, ji bo helwêst û nameya Yekîtiya Doktorên Kurd li Swêdê, bi nameyekî spasiyên xwe gihand komîteya birêvebir.

EuroKurd News – http://eurokurdnews.blogspot.com/

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer