“Him behsa pêvajoya aştiyê dikin, him baregehên leşkerî çêdikin û hejmara koruciyan zêde dikin. Ev bêwate ye.”
Deniz B. Serinci
Sosyologê Tirk û namzetê berê bo Xelata Aştiyê ya Nobelê, Îsmaîl Beşîkçî dibêje Tirkiyê “ti gav naavêje” ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd.
Beşîkçî, ku bi navê “Xocayê zer” jî (Sarı Hoca) tê naskirin, ji ber nivîsên xwe yên siyasî bi ser hev de nêzî 17 sal di zindan de derbas kir. Wî ji Jiyan.dk re nêrînên xwe derbarê bûyerên dawî yên Licê ya Diyarbekirê anî zimên.
Li meha Hezîran ciwanên ji Tevgera Ciwanen Welatparêz Yên Şoreşger (YDG-H) li navçeya Licê ya Diyarbekirê avakirina qerekol û baregehên leşkerî protesto kirin. Çalakger li ser gelek reyên herêmê nasnameyan kontrol kirin. Tevî pêvajoya aştiyê navbera hikûmeta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 341 baregehên leşkerî yên nû hatine çêkirin, li gorî Komela Mafên Mirovan (IHD) li Tirkiyê.
“Pêwîst e avakirina qerekolan bê rawestandin. Bê gûman kes li dijî avakirina wan derdikevin,” Beşîkçî got û wiha berdewam kir:
“Him behsa pêvajoya aştiyê dikin, him baregehên leşkerî çêdikin û hejmara koruciyan zêde dikin. Ev bêwate ye.”
Sala borî, Enqerê Pakêta Demokrasiyê amade kiribû ku qedexeyên li ser tîpên zimanê Kurdî, q, w û x rakiribû û mafê perwerdeya ziman di nav dibistanên taybet de jî hebû.
Lê li gor Beşîkçî ev têrê nake. Bi dîtina wî perwerdeya bi zimanê zikmakî pêwîst e di dibistanên fermî de bê xwendin.
“Ger zarok wê biçin dibistanên taybet bo fêrîbûna zimanê xwe, ew mecbûr in pere bidin. Ma zarokên Tirk jî pere didin bo fêrîbûna zimanê xwe? Na. Dewlet wan bi Tirkî perwerde dike. Ango, pêwîst e perwerdeya Kurdî bê pere be,” wî got.
Beşîkçî got ku heta ku perwerdeya Kurdî di dibistanên fermî de nebe, ev bawer dike, qerekol dîsa tên avakirin.
Weke wî got: “Hikûmeta AKPê bo aştî ti gav naavêje. Siyaseta ewiqandinê dimeşîne.”
Firotina neftê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) heta Tirkiyê bûbû sedema acîzbûna hikûmeta Bexda ku dibêje ev firotin bê qanûnî ye. Iraq ditirse firotina neftê bibe gavek bo serxwebûna Kurdistanê.
Li gorî Beşîkçî Kurd mafê xwe heye li ser nefta xwe biryar bidin.
“Mafê Kurdan hene biryar bide petrola xwe bifroşe,” wî got.
Piştî êrişên koma radîkal Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ), Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) Pêşmergên xwe li bajarê Kerkûk bi cih anîn. Ji ber ku pêşeroja Iraqê ne diyar e, Kurdistan ber bi serxwebûnê diçe, li gorî pisporan. Herwiha Beşîkçî piştgiriya serxwebûna Kurdistaneke mezin dike.
“KRG ne hemû Kurdistana Başûr e. Herêm hene ku beşek ji KRGê bin. Niha artêş, parlamento û dibistanên Kurd hene. Lê girîng e ku Kurd serxwebûna jî bistînin,” wî got ji Jiyan.dk re.