Enstîtuya Kurdî ya Brukselê piştgirî dide Şaredarê SURê, Abdullah Demirbaş.
Nexweşiya Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş herku diçe lê girantir dibe. Pêwîst e tedawiya Demirbaş li derveyî welêt di bin çavdêriya doktoran û nexweşxanekî taybetî pêk were. Lê ji ber biryara qedexeya dadgeha Amedê, Demirbaş nikare derkeve derveyî welêt.
Ji bo ku qedexeya li ser Demirbaş rabe, Enstîtuya Kurdî ya li Brukselê gav davêje. Agehdariya ji Kurdocide Watch-CHAK Dokumentasyon Center ê hatiye dayîn wisa ye:
“Enstîtiya Kurdî ya Brukselê jibo mafê mirovan li Kurdistanê xebatên giranbuha dike. CHAK, bi hevkariya Komîteya Piştgiriyê jibo Siheta Abdullah Demirbaş re, ji bo rakirina qedexeyê demek e dixebite. Di vê çarçoveyê de, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê jî weke dezgehekî hevkar, xebata xwe didomîne. Enstîtuyê xwe gihand gelek dezgehên însanî û her wisa xebatên lobiyê jî dane destpêkirin. Serokê Enstîtuya Kurdî Derwêş M. Ferho îro anî zimên ku, ew li ser pirsê bi hejmarek parlementer re ketine têkiliyê û ew ê weke dezgeh jibo rakirina qedexeya li ser Demirbaş gavên pêwîst bavêjin.”