Desteya Bilind a Kurd (DBK) a rojavayê Kurdistanê li ser vexwendina fermî ya Rûsiya serdana Moskova dike.

Şandeke Desteya Bilind a Kurd (DBK) dê sibê (02.06.2013) serdana Rûsiya bike.

Derheqê wê serdanê de, berdevkê DBKê Ehmed Silêman, ji Rûdawê re ragihand, dê li ser vexwendina fermî ya Rûsiya serdana wî welatî bikin û digel rayedarên Moskovayê li ser rewşa Sûriye û rojavayê Kurdistanê gotûbêj bikin.

Silêman da zanîn, rayedarên Rûsiya di rêka serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re DBK vexwendiye Moskovayê.

Endamên DBKê yên ku dê serdana Moskovayê bikin, niha li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê ne.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer