Danske ezidier med støtte fra enkeltpersoner og kurdiske organisationer har samlet 464.825 kr. ind til IS’ ofre i Shingal.

Læs rapport på kurdisk:

JI BO RAYA GIŞTÎ – RAPORA DI DERHEQÊ ÇALAKÎ Û ALÎKARÎYA JI BO ŞINGALÊ

Wek ku tê zanîn rêxistina terorîst a DAIŞ’ê di 03.08.2014’an de êrîşeke mezin bir ser Êzîdîyên li herêma Şingalê û Êzîdî di komjîyên mezin re derbas kir. Di dîrokê de Êzîdî rastî 73 fermanan hatibûn. Ev jî bû fermana 74’an. Bi dehhezaran, bi sedhezaran Êzîdîyan ji bo xelasîya rih û canê xwe, terka mal û milkên xwe dan û xwe li serê Çîyayê Şingalê girtin. Ew Çîyayê Şingalê, ku di dîrokê de, di demên ferman û komkujîyan de, tim palpiştîya Êzîdîyan kiribû, ew himbêz kiribûn û ew di nava dilê xwe de li dijî dijminan parastibûn.

Zêdeyî 100 hezar Êzîdî zêdeyî heftîyekê bê nan û av li serê Çîyayê Şingalê man asê û nikarîbûn ne ber bi pêş û ne jî ber bi paş ve herin. Bi sedan zarok, pîrejin, kalemêr û kesên nexweş ji ber tîbûn û birçîbûnê û nexweşîyan jîyana xwe ji dest dan. Bi sedhezaran Êzîdî ji Şingalê koçber bûn, bi hezaran berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê, bi dehhezaran berên xwe dan Zaxo û Dihokê û herêmên din li Başûrê Kurdistanê. Piştre dîsan bi hezaran berê xwe dan Bakurê Kurdistanê û di welatê xwe de weke koçber û pênaber dest bi jîyana xwe kirin. Ji bilî vê yekê jî bi hezaran keç, zarok, jin, pîrejin û kalemêr weke êsîr ketin destên DAIŞ’ê. Gelek ji keç û jinên Êzîdîyan û şeref û namûs li bazaran hatin firotin. Heta roja îro jî hê bi hezaran Êzîdî di destên DAIŞ’ê de mane asê û keç û jin têne firotin.

Hê ji roja pêşî de me wek Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark însîyatîf wergirt û banî civîneke awarte kir. Me banî wan kesên dervî komelê jî kir û me xwest ku em hemû bi hev re wek Êzîdî destên xwe bidin hevudin û dest bi çalakîyên awarte bikin. Di civînê de me komîteyeke hevbeş bi navê “Komîta Piştgirîya Şingalê” damezirand û hin biryar girtin.

Me bi zimanê danîmarkî belavokek li ser rewş û karêsata Şingalê nivîsand û bi piştgirîya partî û rêxistinên kurdî li Danîmark belav kir.

Piştî wê yekê ji bo ku em karibin hawar û qêrîna Êzîdîyên Şingalê bigihînin raya giştî a Danîmark û Cihanê û ji bo ku em balê bikşînin ser rewşa Êzîdîyan li serê Çîyayê Şingalê, ku ew nêzîkî heftîyekê bû li serê çîyê mabûn asê, me di roja 08.08.2014’an de li ber Parlamentoya Danîmark xwepêşandanek çêkir. Bi sedan kurd, danîmarkî, ereb, aşûrî û dostên Êzîdîyan beşdarî vê xwepêşandanê bûn. Gelek sîyasetmedarên danîmarkî jî beşdar bûn û axaftin kirin.

Ji bilî vê em wek Êzîdîyên li Danîmark ketin nava tevgerê û bi rêya rojname û televizyonan, mail û nivîsên ji bo parlamento û partîyên sîyasî bal kişand ser karêsata Şingalê û daxwaza alîkarîyê ji wan kir.

Me di pêvajoya çalakîyên xwe de bi navê Êzîdîyên Şingalê kontoyek hevbeş a alîkarîyê vekir û dest bi reklama kontoyê û komkirina pereyan kir.

Me wek komel di civîneke hevbeş a partî û rêxistinên kurdan de daxwaza komkirina alîkarîyê ji wan kir. Hemûyan jî ev daxwaza me maqûl dîtin û piştgirîya kampanya me a alîkarîyê kirin. Emê li jêr navên wan partî û rêxistinên ku alîkarî kirin yek bi yek bînin ziman, lê hêjayî gotinê ye ku gelek kesan jî alîkarîya xwe bi rêya kontoya hevbeş şandin.

Me herweha di roja 31.08.2014’an de jî şeveke piştgirîyê ji bo Şingalê çêkir û alîkarîyeke baş kom kir. Hêjayî gotinê ye ku di vê şevê de keda çalakvana kurda hêja ji Rojhilatê Kurdistanê Soorat Jamshîdî geleke û em li vir desxweşîyeke germ li wê û hevjînê wê kek Jalal dikin. Em herweha destxweşîyeke germ jî li rojnamevan Deniz Berxwedan Sarincî jî dikin ku ji vir çû heta bi Başûrê Kurdistanê nav koçberên Êzîdî û raportek amade kir.

Li gel komkirina alîkarîya madî, me piştre wek Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark bi alîkarîya Federesyona Komelên Kurdî li Danîmark, ku dest bi komkirina cil û bergan jî kir û trimbêlek (Şahîneyek/TIR’ek) bi alîkarîya kek Ferman ji Odense şand ji bo koçberên Şingalê li Başûrê Kurdistanê. Mesrefa şandina van cil û bergan ji alîyê kek Ferman û Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark ve hat dayin.

 

Alîkarîya ku hatî komkirin ev bû:

  1. Bi rêya kontoya hevbeş:                                                               180.000 kr.
  2. Bi rêya Komela Kultûrî a Êzîdîyan:                                              124.2250 kr.

–       Komela Kulturî a Êzîdîyan li Danîmark:                                      44.390 kr.

(Ev alîkarî di nav endaman û di nav nas

û dostan de hat kom kirin)

 

–       KOMKAR-DK:                                                                  61.775 kr.

–       Komela Afretanî Kurdistan:                                           8.000 kr.

–       Însîyatîfa Kurd li Danîmark:                                             1.060 kr.

–       Komela Kultûrî a Kurdên Sûrîyê li Danîmark:               5.450 kr.

–       Partîya Demokrata Kurdistan-Sûrîye (PDK-S):              3.550 kr

 

  1. Bi rêya Ferman li Odense:136.400 kr.

(Ev alîkarî di nav kurdên bajarên Odense,

Randers û Århus’ê de hat kom kirin)

 

  1. Bi rêya Abo Hamsha:                                             24.200 kr.

(Ev alîkarî di nav nas û dostên Kurd, Ereb, Aşûrî,

Mendeyî (Sabî) û hwd. de hatin kom kirin)

Reqema giştî a alîkarîya hatî kom kirin:                         464.825 kr. (77.470 dolar)

 

Şanda ku pere birîn Kurdistanê

Piştî ku alîkarîya peran hat berhev kirin, me li Odense civînek pêk anî û ji bo birina peran komîteyek ji 3 kesan destnîşan kir. Di civînê de herweha biryar hat girtin ku ev alîkarî tenê ji bo koçberên Şingalê li Başûrê Kurdistanê bê belav kirin.

Komîte ji van hersê kesan pêk hat: Abo Hamsha – Ferman Alî û Kemal Xwedêda. Mesrefa çûyin û hatinê jî hemi li ser komîteyê bû, ango ew ji kîsê xwe çûn û hatin.

Komîte di nîvê meha 10’an de çû Başûrê Kurdistanê û ev alîkarîya ku me hemûyan wek Komîta Piştgirîya Şingalê – çi bi rêya kontoya hevbeş û çi jî bi rêya nas û dostan – kom kir, birin û li kampên pênaberan ên li Dihokê, Zaxo, Xanikê û Şarîya û li malbatên li kolanan û kavilan de belav kirin. Li gor rewşa malbatan, kesên nexweş, şehîd û hundabûyî, komîteyê bi şiklekî bi ojdan û hedlane alîkarî li ser 622 malbatan belav kir. Perên mayî jî dan bi naylonên ser çadiran/xîvetan, batanî û pêwistîyên din û li ser kes û malbatan belav kirin.

Hêjayî gotinêye jî ku her kesê ku alîkarî jê re hate dayîn jî bi nav û îmze hate belge kirin û ev hemi niha li ber destin.

Herçiqas ku ev alîkarî li gor wê ferman û karêsata mezin ku hatî serê Şingalê tiştekî sembolîk jî bû, lê dîsan jî em pirr kêfxweşin ku me wek Êzîdîyên li Danîmark bi alîkarîya kurdên welatparêz û nas û dostan karîbû bi vî wacibê xwe rabin û vê alîkarîyê bigihînin ber destê wan feqîr û jaran. Bê gûman wê ev çalakîyên me li vir ranewestin û heta ku ji me bê emê di çalakîyên ji bo xizmeta civak û gelê xwe de her berdewam bin.

Em li vir spasîyên xwe ên germ pêşkêşî her kes û her rêxistina kurdî dikin ku di danheva vê alîkarîyê de şev û rojên xwe kirin yek û em di vê roja teng de bi tenê nehiştin, piştgirîya me kirin û bi wacibê xwe ve rabûn, çi di kampanya alîkarîya madî de, lidarxistin û piştgirîya Şeva Şingalê û beşdarbûna di meşa Şingalê de û çi jî di alîkarîya cil û bergan de. Em zor spasîya hemûyan dikin. Hêvîya me ewe ku êdî tu karêsatên bi vî rengî bi ser gelê me de, bi ser welatê me de neyê. Bi hêvîya ku rojek berî rojekê herêma Şingalê û hemû deverên Kurdistanê ji bin dagirkerîya van har û hovên DAIŞ’ê rizgar bibin û xelkê me jî di zutirîn wext de karibê vegerê ser cih û warên xwe.

Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark

14.04.2015

Kopenhag

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer