Di bajarê pêxemberan Ruhayê de reqabeteke mezin di navbera AKP û BDP heye di hilbijartinên herêmî yên 30’ê Adarê de. Namzetê BDP bo şaredariya Ruhayê, Osman Baydemîr, ku ji Rûdawê û çapemeniya Başûr re nêrînên xwe aniye ziman, dixwaze ev bajarê bike ”Frankfurta herêmê”.
DENIZ SERINCI
”Emê hewl bidin ku Ruha bibe bajarê bazirganiyê bo hemû Mezopotamya. Ruha bajarê herî dewlend e bi axa xwe, roja xwe, ava xwe, lê mixabin hezaran Ruhayî her sal, demsal diçin Behra Reş û Sipî bo kar kirin. Ji ber vê yekê em hewl bidin ku Ruha bigijîn mafê xwe û bibe navenda bazirganiyê, wekî Frankfurt,” Baydemîr got.
Di eynî demî de Baydemîr li ku mikur hatiye ku ev li ber erkeke zehmet e. Ruha niha di destê AKPê de ye û gelek Ereb û Tirkmen hene ku naxwazin dengê xwe bidin partiyeke Kurd, wekî BDP. Hejmara Ereb û Tirkmenên li navenda bajêr nêzikî hejmara Kurdan in. Ev texmînkirina encamên hilbijartinê zor dike. Lê li gorî Baydemîr ”roj bi roj, seet bi seet” piştgiriya Ruhayê mezin dibe bo namzetiya wî.
”Ez bi bîr û bawer im ku di 30’ê Adarê de emê ala xîzmetê bide destê gel û Ruhayê bigîjin nasnameya xwe. Ruha bajarekî Tirkmen e, Ereb e, Kurd e û dikare bibe mînakekî bo hemû Rojhilata Navîn e bi bawerîya xwe, gelê xwe ku bi hevre dijîn,” ev got.
Her wisa hêvî dike rojekî Newrozekî “herî girseyî” li Ruhayê pîroz bike.
”Înşallah bo me qismet be, ku em rojek bi nûnerên Tirk, Kurd, Ereb, Faris, hemû partiyên Kurd û yên Rojhilata Navîn karibin Newroz li vir li dar bixin, ku di nav gel û kulturan de bibe pêşengê aştiyê li hemû Rojhilata Navîn,” Baydemîr got.
Di planên Baydemîr de bo Ruhayê gelek tişt hene. Yek ji wan erzantirkirina malan e.
”Xwendevanan, ku bo zanîngeh tên vir, ji me re dibêjin ku bajarê Ruha bûye herî bihaye ku em nikarin lê bijîn. Kirê evqas biha ye ku em dixwazin ji bajarê herin. Em hewl bidin ku vê çareser bikin.”
Her wisa jî bandora şerê navxweyî yê Sûriyê li Ruhayê heye, ku heta niha deriyê bo gelek penaberan vekir. Di eynî demî de gelek ciwan diçin Sûriyê ku beşdarî komên îslamî bin li dijî rejîma Beşar Esad. Li gorî Baydemîr gerek Ruha û Tirkiyê nebe beşek ji şerê Sûriyê.
“Gava ku penaber ji Sûriyê hatin, cihe wan li ser sera û ser çavê me ye. Emê alikariya mirovahî ya xwarin, vexwarin, derman bikin. Lê Ruha nebe baxçê şerê Sûriyê. Em ji hatin an çûna tu kes bi çek bo Sûriyê ne razî ne.”
Namzetê Ruha yê BDPê got ku di anketan de niha partiya wî çend gav li pêşiya AKP’ê de ne û AKP partiya duyemîn e.
“Dengê me yê herî mezin heta niha li hemû Ruhayê ji sedî 18 bû. Ez dikarim bibêjim dengê me niha ji sedî sed zêdetir bilind bûye.”
Lê xofa Baydemîr heye ji guhertina encamên sandoqan:
”Tirsa min ew e ku piştî hejmartina dengan di sandoqan de dizî pêk were,” Baydemîr got.
Dîsa jî şaredarê niha yê Amedê bawer dike ku evê di 30’ê Adarê de serkeve.
“Wekî pêxember Îbrahim dijî Nemrud derket, Ruha jî li dijî sîstemê derkeve û bigîje miradê xwe.”